Parêzerên Abdullah Ocalan: Em bi mîrateya qirêj a zihniyeta komploger tên darizandin

  • 16:39 14 Îlon 2021
  • Hiqûq
 
STENBOL - Di doza darizandina parêzerên mudafilitiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin de hat diyarkirin dosya ji bo tasfiyekirina herkesên tevlî pêvajoya çareseriyê bûne hatiye amadekirin. 
 
Rûniştina ewil a doza derbarê parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmût Taşçi û Mehmet Selîm Okçûoglû de bi îdîaya "endamê rêxistinê ne” hat vekirin de li 33’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayana Stenbolê tê lidarxistin. Parêzerên tên darizandin û Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îlknur Alcan û gelek parêzer beşdarî danişînê bûn. 
 
Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Parêzerê mudafî Ercan Kanar destnîşan kir ku parêzer pîşeya xwe dikin û ji ber vê yekê doza ku hatiye vekirin ne hiqûqî ye. Ercan xwest ku darizandin ji Wezareta Dadê bê pirsîn. Lê belê dadgehê ev daxwaz red kir. 
 
'Karekî bibe sûc tune ye'
 
Dawiyê, ji parêzerên Abdullah Ocalan, Ali Maden mafê axaftinê wergirt. Ali diyar kir ku ew ji ber îdiayên bi heman rengî hatiye darizandin û hatiye doz hatiye betalkirin. Maden destnîşan kir ku hevdîtinên wî û Ocalan qanûnî ne û got: "Di hevdîtinê de, me armanc nekir ku em notan bigirin an wan bibin kanalên cihêreng. Karekî bibe sûc tune ye. Di derbarê tawanbarkirina Komîteya Rêberiyê de ez dixwazim vê bipirsim; Sûcdariyek wiha heye, lê haya min ji pêkhatineke bi vî rengî nîne.” 
 
'Darizandin nehiqûqî ye'
 
Parêzerê Ali Maden, Îbrahîm Bîlmez parastina miwekîlê xwe kir. Îbrahîm da zanîn ku miwekîlê wî ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tê darizandin û hevdîtinên hatine kirin bi destûr û agahiya dewletê hatine kirin û ev hevdîtin jî nabin sûc û darizandin nehiqûqî ye. 
 
'Komplo û fenûfût hene'
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, bertek nîşanî feraseta "qaşo parêzer" a di dosyayê de li dijî wan tê bikaranîn da. Cengîz Yureklî doz wekî "komplo û fenûfût” bi nav kir. Cengîz bal kişand ser tevî ku di lêpirsînê de biryara nepenîtiyê hebû û dosya bêyî ku ji aliyê dadgehê ve bê qebûlkirin ji çapemeniya alîgirê desthilatdariyê re hatiye şandin û wiha got: “Ji vir diyar e ku komplo û fenûfût hene. Wekî din, polîs û dozgerên ku lêpirsîn dan destpêkirin û birêve birin jî ji FETO’yê hatin girtin. Em ji hevdîtinên ku me bi miwekîlê xwe re kiriye, tên darizandin. Tevî ku ez nûnerê qanûnî yê Ocalan im jî lê heta îro derfeta hevdîtina min çênebûye. Lê belê, hewlek heye ku hêmanek sûcdar hilberînin.” 
 
'Îdianame bi daxuyaniyên çapemeniyê hatiye dagirtin'
 
Cengîz diyar kir ku wî tu carî bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin nekiriye û got: "Ya ku divê were nîqaşkirin ev e. Ji ber vê yekê ev nayê zanîn? Derbarê vekirina dozê ya derbarê vî sûcî de fikrên we hene? Tişta ku dosya jê hatiye honandin ev in. Ji bo îdianame vala nemîne bi daxuyaniyên çapemeniyê hatiye dagirtin. Daxuyaniya çapemeniyê ya ku ez di 27’ê Tîrmeha 2011’an de beşdar bûm wekî sûc hatiye hesibandin. Ji bo dosya tije bibe ev daxuyanî tê de hatine bicihkirin. Di vê daxuyaniya çapemeniyê de sûc tune ye. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê hatiye kirin sûc hatiye dîtin. Tawanbarek din a berbiçav jî ew e ku me Îmraliyê şibandiye Girtîgeha Guatemalayê. Ev gotin ji ber ku sepanên her du girtîgehan dişibin hev hatiye gotin.” 
 
Cengîz destnîşan kirin ku astengkirina hevdîtina tecrîd e û wiha got: “Qeydên tape hene. Ev jî hevdîtina malbat û parêzeran e. Hevdîtina telefonekê bi Dîlek Ocalan re hatiye kirin. Di vê hevdîtinê de tê gotin ku wê cilan bişîne Îmraliyê. Ev jî sûc hatiye dîtin.” 
 
Li aliyê din parêzerê mudafî Ozgur Erol bertek nîşanî feraseta "qaşo parêzer" a di îdianameyê de da hatiye bicihkirin da û wiha got: "Em wekî parêzerên ku jê re ‘qaşo parêzer’ tê gotin li vir in.” Ozgur li dijî hemû sûcdariyên "Komîteya Rêbertiyê" û "xizmeta kurye" derket û got polîsê bi navê Omer Kose yê ji bo lêpirsînê destûr xwestiye ji FETO’yê hikum xwariye. Ozgur diyar kir ku dozger Adem Ozcan ê ku lêpirsînê birêve biriye jî ji ber lêpirsîna FETO’yê ji wezîfeyê hatiye girtin.  Ozgur got lêpirsîn bi salan berê hatiye destpêkirin lê hêj nû veguheriye dozê. 
 
Pişt re şandeya dadgehê navber da danişînê. 
 
Piştî beyanan dadgehê biryara navberê eşkere kir û heyeta dadgehê daxwaz kir ku li şahidên nepen bên guhdarkirin û girtekên dosyaya MÎT'ê xwest. Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 16'ê Kanûnê kir.