Daxwaza tahliyeyê ya Rojbîn Çetîn hat redkirin

  • 14:51 14 Îlon 2021
  • Hiqûq
 
WAN - Daxwaza tahliyeyê ya Endama Lijneya Rêveberiya Xwecihî ya HDP'ê û aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn ku di daneşîna doza lê hat vekirin de kir hat redkirin.
 
Daneşîna 5 'emîn a doza Endama Lijneya Rêveberiya Xwecihî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA)  Rojbîn Çetîn ku di 27'ê  Hezîraa 2020'î de li Amedê bi ser mala wê de hat  girtin û polîsan li gel kuçikan êrîşî wê kiribûn ku bi îdaya "Endamtiyar rêxistinê" lê hatibû vekirin, li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Di daneşîna rojbînê de malbat û parêzerên wê û Hevşaredara Erdîşê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Yildiz Çetîn, Hevşaredara berê ya Erdîşê a DBP'ê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Dîba Keskîn û aktîvîstên TJA'yê tevli bûn.
 
Rojbîn ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli bû parastina xwe bi kurdî kir.
 
'Ez aktîvîst siyasetmedar û parêstvana mafên mirova me'
 
Rojbînê diyar kir ku ew bi hincetên siyasî li girtîgehê hatiye girtin û got, "Ez aktîvîsteke jin, siyasetmedar û parêstvana mafên mirova me .Xebatên min hemû li ber çavê raya giştî û çapemeniyê bûn û xebatên legal bûn û dixwazim bêm berdan."
 
Parêzera Rojbînê Ekîn Yeter jî got muwekîla wê, îradeya bi hezaran hilbijêra ye û xebatên xwe jî di vê çarçoveyê de kirin divê bê tahliyekirin. 
 
Daneşîn hat taloqkirin
 
Heyeta Dadgehê îda kir "Gumana bireve heye", daxwaza tahliyeya wê red kir û ji bo ku şahidên nepen bên guhdarkirin, kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin daneşîn taloqî 30'ê Mijdarê kir.