Ji Rojnameger Roza Metîna re heta 15 salan ceza xwestin

  • 11:53 14 Îlon 2021
  • Hiqûq
AMED - Di daneşîna doza derbarê Roza Metîna de hat vekirin dozger ji 7 sal û nîvan heta 15  salan cezayê girtîgehê xwest.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de di 20'ê Mijdara 2020'î de li hemberî Kongrea Civaka Demokratîk a Gelan (KCD) operasyon hatibû destpêkirin û gelek kesên ku nivîskar û Rojnameger Roza Metîna jî di nav de bû hatibûn binçavkirin. Roza ya hat binçavkirin derbarê wê de doz hatibû vekirin. 2'emîn Daneşîna dozê îro li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Roza tevli daneşînê nebû û parêzerê wê Resul Temur tevli bû.
 
Dozger ceza xwest
 
Dozger îdîa kir ku Roza di çarçoveya çalakiyên KCD’ê de tevli çalakiyên rêxistinî bûye û wê bi endamên din ên KCD’ê re, yekîtî û yekparçebûna dewletê xera kiriye ku yekîtiya bi navê neteweyî ya kurd li ser xaka Kurdistanê misoger bike. Herwiha Dozger îdia kir ku delegebûna wê ya KCD’ê di belgeyên ku di lêgerînê de hatine desteserkirin derketiye holê û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê ji Rozayê re xwest. 
 
Parêzer Resûl Tamur ji bo bikaribe li hember mutalayê parastinê bike dema zêde xwest.
 
Heyeta dadgehê daxwaza parêzer Tamur a ji bo demeke zêde qebûl kir û danişîn taloqî 12'ê cotmehê kir.