Doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin

  • 15:56 13 Îlon 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Di daneşîna Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan a hat dîtin de parêzerên wê daxwaz kirin ku ew dadger red dikin.  
 
22'emîn Daneşîna Doza Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" û "Rêvebertiya Rêxistinê" lê hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ayşe û parêzerên xwe li daneşînê amade bûn. Malbata Ayşe, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Semra Guze û Dersîm Dag, nûnerên Komeleya Jinan a Rosayê, rêxistinên HDP'ê yên navenda bêjêr û navçeyan, TJA, Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê, Femînîst û aktîvîstên jin tevli daneşînê bûn. 
 
Daneşîn bi xwendina mutalayê ya makamê îdayê hat destpêkirin. Dozger diyar kir ku têkiliya Ayşeyê bi Kongera Civaka Demokratîk (KCD) re heye û tevli xebatên wan bûye ku Rêxistineke Sîwan a Kurd e û  endama meclisa wê ye. Ayşe bi vê pêkanînan xwe tevli çalakiyên ku veguherînê "Propagandaya rêxistinê bûye" û sucê "endamtiya rêxistinê" kiriye. Makamê îdayê cezayê ewl li jiber xebatên Ayşe yên di nav KCD'ê de xwest û cezayê duyem ê bi îdaya endamtiya rêxistinê jî ji ber xebatên wê yên di nav DOKH, KJA û TJA'yê de bi îdaya ku têkiliya wan bi rêxitinê re heye xwest ji sûcê "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin.
 
Makamê Îdaayê herî dawî jî ji ber îdayên ku pê tê sûcdarkirin biryar da ku rewşa Ayşe ya girtî berdewam bike.
 
'Îdaname ji aliyê girtîgehê ve ji min re nehat dayîn'
 
Ayşe piştî mutalayê parstina xwe kir û got, 7 meh e bê parstin di girtîgehê de.  Ayşe diyar kir ku îdanameya derbarê wê de  hemû jê re nehatiye dayîn, parêzerên wê îdaname anîne girtîgehê lê rêveberiya girtîgehê îdaname bi hinceta ku zêde ye nedaninê û berdewam kir, "Min îdaname hemû nexwend ez dixwazim îdayên derbarê xwe de yek bi yek bibersivînim. Lê ji ber ku ez hinekan zanim hinekan jî nizanim ez demê dixwazim. Ez dixwazim derbarê tiştên zanim de parastinê bikim."
 
Dawaza demê ya Ayşe hat redkirin
 
Parêzer Berfîn Gokkan a ku derbarê xwestina demê de xwest biaxive ji alyê serokê dadgehê ve hat astengkirin û jê re hat gotin, "Heta ez destûrê nedim divê tu neaxivî ger ku tu biaxivî ez ê te derxînim derve" û li polîsê mêr jî zivirî got bila polîsên jin bên ger ku pêwist bike ez ê wan derxînim derve.
 
Serokê dadgehê jî tişta hat jiyîn wiha derbasî girtekan kir: "Parêzera gûmanbar bêyî ku mafê axaftinê bixwaze axivî. Ji ber vê jî hat hişyarkirin.
 
'Dizwazim axaftina min dîsa bê wergerkirin'
 
Ayşe parastina xwe berdewam kir û got, "Hem ez û hem jî parêzerên min em li dadgehê zahmetiyan dikişînin. Di îdanameyê de kesa bahsa wê hat kirin ne ez im. Polîs û şahidên veşarî ji xwe re Ayşeyek afrandine lê ew ne ez im. Ez lêkolîner, rojnameger, aktîvîstek xwecihî û aktîvîsteke ku li qada navneteweyî têm nasikrin im. Ez vê axê terk nakim ji ber ku hemû cîahan ji aliyê mêran ve tê rêvebirin. Hemû çalakiyên dervî welêt ku bi pasaportê çûme sûc hatine nîşandan.  Wê demê çima li ser sûc nehatim girtin. Ji 1993'yan de navê min li qeydên we heye.
 
Li hember zilmê ger ku serî bitewînim sûc e'
 
Dyika min mir lê bi hinceta ku ez ê pirsgirêkê derxînim min neşandin cenazeyê wê. Ev zilm e. Mirov dayika xwe carekê defin dike. Polîsên ku heta vir min şopandine dikaribûn li ser cenaze jî dema min pirsgirêk derxista min asteng bikira. Ji ber wê ger ku ez li hemberî zilmê serî bitewînim ez ê sûcdar bim."
 
Bi zora polîs hatin derxistin û derbkirin
 
Parêzera ku piştî parastina Ayşeyê derket derve serokê dadgehê jêr got, "Hûn diçin ku bêyî ku hûn destûrê ji min bixwazin." Li ser vê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren çû bi heyeta dadgehê re hevîdtinê bike û got, "Hûn mecbûr in ku parêzeran wekî amakamê parastinê bibînin" li ser vê serokê dadgehê ji polîs re got serokê baroyê û parêzeran derxînin derve. Parêzerên ku nexwestin derkevin derve ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û xuşka Ayşeyê jî di wê navberê de xeriqî û rakirin nexweşxaneyê. 
 
Piştî rageşiyê beşdarên dozê ji eywana dadgehê hatin derxistin û tenê parêzerên Ayşeyê girtin eywanê. Parêzeran daxwaza redî dadger kir.
 
Daneşîn hat taloqkirin
 
Ji bo daxwaza parêzeran a redî dadger hat diyarkirin ku divê  biryara navberê bê teqezkirin û doz taloqî 20'ê cotmehê hat kirin.