Di daneşîna Ayşe Gokkan de êrîşî parêzer û şopdaran kirin

  • 11:55 13 Îlon 2021
  • Hiqûq
AMED - Di daneşîna Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan de polîsan êrîşî parêzer û kesên ku doz dişopnadin ên ji eywana daneşînê derketin kir.
 
22'emîn Daneşîna Doza Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat destpêkirin. Daneşîna ku gelek aktîvîstên jin û nûnerên partiyên siyasî û yên sivîl jî cih girtin, malbat, parêzer, kesên ku doz dişopandin û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ji aliyê dadger ve ji eywana daneşînê hatin derxistin. 
 
Polîsên ku hatin eywana daneşînê jî hem êrîşî kesên doz dişopandin û hem jî êrîşî parêzeran û malbatê kirin.
 
Di rûniştina doza Ayşe Gokkan de polîs êrîşê parêzeran kir. Di heman demê de polîsan xwestin ji malbata Ayşe Gokkan, Vedat Gokkan binçav bikin. Her wiha xwişka Ayşeyê, Mîhrican Gokkan ji ser hişê xwe ve çû û ew rakirin nexweşxaneyê.