Doza Komkujiya Garê: Dadgeh biqedîne jî ji bo me naqede

  • 09:04 13 Îlon 2021
  • Hiqûq
 
Oznur Deger
 
ENEQERE - Parêzer Senem Doganoglu der barê Doza Komkujiya Gara Enqereyê de axivî û got heyeta li dozê dinêre heyetek taybet e û wiha got: “Jin û zarok her tim dibin mijara takasê.  Kî vê takasê dimeşîne çawa dibe ji aliyê jinan ve hat îfadekirin. Bi dewletê re di têkiliyek çawa de ne, hat îfşakirin.”
 
Di 10’ê cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê li hember Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê komkujî pêk anî û dadgeriyê ji bo gumanbar Erman Ekîncî û 16 gumanbarê fîrarî di alî ku ‘li hember mirovahiyê sûc kirine’ biryar da ku darizandin bê kirin û doz didome.
Parêzer Senem Doganoglu doza ku sê sal e didome û tê de tu pêşketin çênebû, helwesta heyeta dadgehê û nêzîkatiya gumanbaran nirxand.
 
‘Dema winda’
 
Senemê got ji 10’ê cotmeha 2015’an heta 7’ê Mijdara 2016’an xwe negîhandine dosyayê lê di mijara ku di komkujiyê de berpirsyariya dewletê heye de jî daxwazên wan hebûne û got di vê mijarê de pêvajoyek winda heye û wiha pê de çû: “Di runiştina ewil ya 7’ê Mijdara 2016’an hat dîtin de nêzî 80 klasor li pêş me hebûn. Di van klasoran de cih nedabûn agahiyan. Navê gumanbaran, kîne, di mijara rêxistinên nav DAIŞ’ê de agahiyek zelal tunebû. Îdianameyek bi vî rengî dan pêşberî me. Ji 7’ê Mijdara 2016’an heta 3’ê Tebaxa 2018’an 16 kes hatin girtin û ceza girtin. Di pêvajoya 2 salan de bi sedan daxwazên me çêbûn. Ji sedan daxwazên me yên ku hinekan temasî gumanbaran kiribûn hatin komkirin lê yên din der barê berpirsyariya dewletê de tiştek nehat komkirin. Di dadgehek taybet de darizandinan berdewam kir.
 
‘Me bi zor îqna kir ku şahid bên guhdaririn’
 
Senemê ev tişt anî ziman: “Heyeta dozê heyetek taybet bû, vê heyetê tenê piştî dozên 17-25’ê Kanûn û 15’ê Tîrmehê şûnde li doza Komkujiya Garê mêze kir. Heyet ne ji bo rastiyê derxe holê, ji bo pêşiya daxwazan bigire hat peywirdarkirin. Beşeke yên hatin darizandin tenê ji endamtiyê ceza girtin. Piştre di dosya fîraran de jî hewldana girtinê nehat nîşandan delîl nehatin komkirin. Ev 13 runiştine didome. Gumanbarekî girtî û fîrarî hene. Me bi zor heyet îqna kir ku şahid bên guhdarkirin.”
 
‘Pêşiya daxwazên me tên girtin’
 
Senemê her wiha got daxwazên wan yên derbarê berpirsyariya dewletê de berdewam kirine û wiha bi lêv kir: “Me pirsên MÎT, DAIŞ’ê çawa dibîne,Têkoşîna bi Terorê re DAIŞ’ê çawa dibîne? Di arşîvên we de çi hene? pirs kir. Ev dawazên rewa bûn. Lê pêşiya van daxwazan tên girtin. Me xwest mufetîş bên guhdarkirin. Hemû daxwazên me hatin redkirin. Merciya darazê ji emniyetê re tu tiştek negot. Der barê fîrarî û gumanbaran de hîna dosyayên nehatine hene. Ew wê bên û bi zor be jî wê hinek şahid bên guhdarkirin.”
 
‘DAIŞ rêxistineke malbatî ye’
 
Senemê destnîşan kir ku piştî îfadeyên hevjînên endamên DAIŞ’ê bi taybet jî îfadeya M.D, me daxwaz kir ku jin bên guhdarkirin lê heyetê red kir û wiha dirêjî dayê: “Mixabin dosya nehatiye astekê. Destê me de wêneyên gumanbarên fîrarî jî tune ne. Biryara ku hevjînên endamên DAIŞ’ê nayên cezakirin hat dayîn. Rêxistinbûna DAIŞ’ê rêxistinbûneke malbatî ye, ji ber vê jî me xwest jinên wan jî bên guhdarkirin.”
 
‘Ez biçim Almanyayê ezê ceza bigirim’
 
Senemê daxuyakirin ku di runiştina beriya vê de hevjîna endamê DAIŞ’ê, M.D. hatiye guhdarkirin û got M.D. dibêje  "Ez naxwazim biçim Almanyayê, ez biçim ez ê ceza bigirim." Senemê bi lêv kir ku M.D bawer bû ku li Tirkiyeyê ceza nagire û wiha pê de çû: “Me di vê pêvajoyê de dît ku jin bi hêsan tên rêxistinkirin li malên ku hatine dagirkirin jiyanê didomînin û piştî dikevin zorê çawa hema li ser xwe vedigerin. Pîştî vê jî rewşên ku MÎT teslîm digire hene. Jin û zarok her tim dibin mijara takasê. Jinan ev jî îfade kirin. bi dewletê re di têkiliyek çawa de ne, îfşa kirin. Di runiştina dawî de endamê DAIŞ’ê Muhammed Kasim Kurt îtîraf kir ku bi daxwaz û agahiya îstîxbarat û cendermeyan bi endamên ADIŞ’ê re hevdîtin kiriye. Got îstîxbarat keya bûye lê ji ber dadgehê pêşî li îfadeyê girt, em nizanin ku pozîsyona wî ya di nav DAIŞ’ê de çi ye.”
 
‘Hem mudaxaleyî me hem jî mudaxeleyî şahid kirin’
 
Senemê bertek nîşanê nêzîkatiya serokê dadgehê da û anî ziman ku serokê dadgehê pêşî li îtîrafên girîng yên şahidan girtiye û berteka xwe wiha domand: “Serokê dadgehê xwest şahid neaxive û şahid sekinî. Ji ber vê jî em dibêjin ku ev heyeteke taybet ya hatiye pewyirdarkirinê ye. Li gorî CMK’ê divê lêpirsîna şahid bê navber pêk bê. Ne dadger ne jî parêzer dikare bikeve navberê. Ev rêgezek serekeye. Lê ev yek jî nehatin jiyîn. Hem mudaxaleyê me hem jî mudaxeleyî şahid kirin. Piştî îtîrafên Kasim me xwest peywirdarên îstîxbaratê û cenderme jî bên guhdarkirin. Lê daxwaz hat redkirin. Xuyaye ku îstîxbarat jî di nav kar de ye.”
 
‘Dadgeh biqede jî ji bo me naqede’
 
Senemê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew dest ji daxwazên xwe bernadin û got heyeta dadgehê belgeyên doza ku şahid jê tên darizandin nû xwestiye û got: “Wan li gorî xwe di alî bepirsên dewletê de sînor xêz kirine. Vê jî rê li ber darizandineke dijhiqûqî vekir. Em ji serî de wek komîsyon pêvajoyê dimeşînin. Ji vir şûnde jî wê daxwazên me bidomin. Dadgeh bêje ez diqedînim jî ji bo me naqede. Bi awayekî em ê stratejiyek cuda diyar bikin.”