Bersûcê êrîşa zayendî nehat girtin

  • 13:58 9 Îlon 2021
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Parêzeran xwest Tahîr A. ê ku ji sûcê êrîşa zayendî ya li hember zarokek 6 salî tê darizandin were girtin. Dadgehê daxwaz red kir. 
 
Danişîna ewil a doza Tahîr A. ê ku li Qoserê ji sûcê êrîşa zayndî ya li hember zarokek 6 salî negirtî tê darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Bersûc, parêzerê xwe û xizmên zarok, parêzerên wan û şahid beşdarî danişînê bûn. Bersûc di danişînê de îdia kir ku derew lê hatiye kirin. 
 
Li şahidan hat guhdarkirin. Piştre parêzeran parastin kir. Parêzeran xwest ku bersûc Tahir A. were girtin. Dadgehê daxwaza parêzeran red kir û danişîn taloqî 7’ê kanûnê kir.