Dosyaya Ayla Akat Ata bi ya Kobanê re kirin yek

  • 11:17 9 Îlon 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Di rûniştina ji avakara Komeleya Jinê ya Rosayê Ayla Akat Ata ya hat dîtin de heyeta dadgehê biryar da ku dosyaya Aylayê  bi ya Kobanê ya li Enqereyê re bibe yek.
 
Rûniştina doza di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinê ya Rosayê de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" li avakara Komeleya Jinê ya Rosayê Ayla Akat Ata hat vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Aylayê bi rêya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Jinê ya Sîncanê tevlî rûniştinê bû. Parêzerên Aylayê Elif Tirenç û Gozde Engin jî di rûniştinê de amade bûn. 
 
Heyeta dadgehê daxwaz kir ku dosyayên li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bibin yek.