Parêzeran ji bo rewşa tendirustiya Aysel Tugluk bang kirin

  • 16:08 5 Îlon 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Parêzerên siyasetmedara girtî Aysel Tugluk diyar kirin ku rewşa tenduristiya miwekîla wan ji nêz ve tê şopandin û xwestin ku ATK bi lez û bez rapora tenduristiya wê birêkûpêk bike. 
 
Siyasetmedar kurd a girtî Aysel Tûglûk li Girtîgeha Kandiraya Kocaelî tê girtin. Hat zanîn ew nexweş ketiye. Parêzerên Ayselê, Reyhan Yalçindag û Serdar Çelebî têkildarî rewşa miwekîla xwe daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku şertên tenduristiyê û netedawîkirina girtiyên nexweş encamên neyînî derdixe holê û tevî raporan jî girtî nayên berdan û terkî mirinê tên kirin û “hiqûqa dijminane” tê sepandin. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nêzî 5 sal in Aysel Tugluk a berê Hevserokatiya KCD’ê, DTP’ê û Cîgirtiya Hevserokatiya HDP’ê kiriye girtî ye û HDP û ÎHD jî ji nêz ve pêvajoyê dişopînin. 
 
Rapora ATK'ê 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dixwazin diyar bikin ku ji roja birêz Aysel Tucgluk di girtîgehê de nexweş ketiye heta niha parêzer, Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê û Navenda ÎHD'ê her roj pêvajoyê bi baldarî dişopînin, hem di derbarê tedawiya lezgîn û hem jî serbestberdana wê de. Serlêdanên me li cîhên pêwîst hatine kirin û gihîştine qonaxa dawî. Em li bendê ne ku rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) bêyî dereng were xistin, were dayîn. Divê ATK bi lez û bez rapora tenduristiyê birêkûpêk bike.”   
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku miwekîla wan Tugluk ew naxwaze berî ku pêvajo biqede gel ji nexweşiya wê agahdar bibe û wiha hat gotin: "Birêz Aysel Tugluk û malbata wê naxwazin ku nexweşiya wan berî ku pêvajo biqede bi raya giştî re were parvekirin. Heke ev pêvajo biqede em  ê dîsa raya giştî agahdar bikin.”