Siyasetmedar Necla û Bahar serbest hatin berdan

  • 15:13 16 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş û endama Meclîsa Şaredariya Gêlê Bahar Karakaş Ûlûg ku ji dozên jê girtî dihatin darizandin, serbest hatin berdan. 
 
Hevşaredara Çinara Amedê Necla Tamrîş û Endama Meclîsa Şaredariya Navçeya Gêlê ya Amedê Bahar Karakaş Ûlûg di çarçoveya lêpirsîna derbarê Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi îdiaya “endamên rêxistinê” girtî dihatin darizandin. Danişîna ewil a doza Necla û Bahar li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. 
 
Necla û Bahar bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Piştî parastinên Necla û Bahar û parêzeran, şandeya dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara tehliyekirinê da û danişînên wan taloqî dîrokek pêş kir.