Siyasetmedar Necla û Bahar serbest hatin berdan 2021-06-16 15:13:15     AMED - Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş û endama Meclîsa Şaredariya Gêlê Bahar Karakaş Ûlûg ku ji dozên jê girtî dihatin darizandin, serbest hatin berdan.    Hevşaredara Çinara Amedê Necla Tamrîş û Endama Meclîsa Şaredariya Navçeya Gêlê ya Amedê Bahar Karakaş Ûlûg di çarçoveya lêpirsîna derbarê Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi îdiaya “endamên rêxistinê” girtî dihatin darizandin. Danişîna ewil a doza Necla û Bahar li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.    Necla û Bahar bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Piştî parastinên Necla û Bahar û parêzeran, şandeya dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara tehliyekirinê da û danişînên wan taloqî dîrokek pêş kir.