Doza Kobanê di roja 2'yemîn de didome

  • 12:15 15 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - 3'yemîn Rûniştina Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê di roja duyemîn de bi daxwaza demê ya ji bo parastinê ya siyasetmedarên girtî tên darizandin dest pê kir. 
 
Bi hinceta çalakiyên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de yên li dijî êrîşên ku DAÎŞ’ê biribû ser Kobanê doz hatibû vekirin. Di dozê de 28 girtî û bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina duyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22’emîn dest pê kir.
 
Ji xeynî parlementerên HDP’ê, gelek rêveber û kes tevlî rûniştina dozê bûn.
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan endamê RTUK’ê yê HDP’yî Alî Urkut dest bi parastina xwe kir. Alî diyar kir ku dosyeya Kobanê gelekî berfireh e û ne pêkan e ku di demeke kurt de ew karibe parastinê amade bike û dem xwest.
 
Rûniştina dozê bi beyanên parêzer Cîhan Aydin ê ku parêzerê Alî Urkut e, didome.