Doza Kobanê di roja 2'yemîn de didome 2021-06-15 12:15:32     ENQERE - 3'yemîn Rûniştina Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê di roja duyemîn de bi daxwaza demê ya ji bo parastinê ya siyasetmedarên girtî tên darizandin dest pê kir.    Bi hinceta çalakiyên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de yên li dijî êrîşên ku DAÎŞ’ê biribû ser Kobanê doz hatibû vekirin. Di dozê de 28 girtî û bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina duyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22’emîn dest pê kir.   Ji xeynî parlementerên HDP’ê, gelek rêveber û kes tevlî rûniştina dozê bûn.   Piştî tespîtkirina nasnameyan endamê RTUK’ê yê HDP’yî Alî Urkut dest bi parastina xwe kir. Alî diyar kir ku dosyeya Kobanê gelekî berfireh e û ne pêkan e ku di demeke kurt de ew karibe parastinê amade bike û dem xwest.   Rûniştina dozê bi beyanên parêzer Cîhan Aydin ê ku parêzerê Alî Urkut e, didome.