Rûniştina Hevserok Hatice Çevik hat taloqkirin

  • 14:38 13 Nîsan 2021
  • Hiqûq
RIHA - 4'emîn rûniştina doza Hevseroka Şaredariya Pirsûsê ya Hatice Çevik a dewsa wê qeyûm hat tayinkirin hat dîtin. 
 
Di derbarê Hevseroka Şaredariya Pirsûsê ya Hatice Çevik a dewsa wê qeyûm hat tayinkirin de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê","Propagandya rêxistinê" doz hatibû vekirin. 4'emîn rûniştina dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Haticeya berdayî tê darizandin beşdarî rûniştinê nebû û parêzerê Haticeyê Îsmail Bulbul di rûniştinê de amade bû. 
 
Dadger dem da dozger ku mutaalaya xwe pêşkeş bike û rûniştin taloqî 1'ê Hezîranê hat kirin.