Rûniştina Hevserok Hatice Çevik hat taloqkirin 2021-04-13 14:38:34   RIHA - 4'emîn rûniştina doza Hevseroka Şaredariya Pirsûsê ya Hatice Çevik a dewsa wê qeyûm hat tayinkirin hat dîtin.    Di derbarê Hevseroka Şaredariya Pirsûsê ya Hatice Çevik a dewsa wê qeyûm hat tayinkirin de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê","Propagandya rêxistinê" doz hatibû vekirin. 4'emîn rûniştina dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Haticeya berdayî tê darizandin beşdarî rûniştinê nebû û parêzerê Haticeyê Îsmail Bulbul di rûniştinê de amade bû.    Dadger dem da dozger ku mutaalaya xwe pêşkeş bike û rûniştin taloqî 1'ê Hezîranê hat kirin.