Doza hevserok Remzîye Yaşar hat taloqkirin

  • 14:41 12 Nîsan 2021
  • Hiqûq
COLEMERG - Doza Hevseroka Şaredariya Geverê ya ku şûna wê qeyim hatiye tayinkirin Remzîye Yaşar hat taloqkirin. 
 
Hevseroka Şaredariya Geverê Remzîye Yaşar, li Enqereyê di 15’ê Cotmeha 2019’an de hatibû binçavkirin û biribûn Geverê ya navçeya Colemêrgê. Piştre hat girtin û qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin.  
 
8'emîn rûniştina doza Remziyeyê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin.  Parêzerên Remzîye di dadgehê de amede bûn. Remzîye jî ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Vîdeoyê  (SEGBÎS) tevlî dadgehê bû.
 
Piştî tespîtkirina nasnameyê Remzîye axivî û got ku di derbarê wê de tu sûc tune ye. Piştre parêzerê Remzîye axivî û got ku muwekîla wî Remzîye bê sûc di girtîgehê de dimîne û xwest ku ji ber nexweşîya Kovid-19'ê were tehliyekirin.
 
Piştî parastinan dadgehê navber da
 
Heyeta dadgehê biryar da ku darizandina bi idiaya  “Hilweşandina yekbûna dewletê” a ji madeya 302'yemîn bê xistin. Heyetê biryara berdewamkirina girtina Remzîyeyê da û doz taloqî 7'ê Hezîranê hat kirin.