Doza hevserok Remzîye Yaşar hat taloqkirin 2021-04-12 14:41:26   COLEMERG - Doza Hevseroka Şaredariya Geverê ya ku şûna wê qeyim hatiye tayinkirin Remzîye Yaşar hat taloqkirin.    Hevseroka Şaredariya Geverê Remzîye Yaşar, li Enqereyê di 15’ê Cotmeha 2019’an de hatibû binçavkirin û biribûn Geverê ya navçeya Colemêrgê. Piştre hat girtin û qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin.     8'emîn rûniştina doza Remziyeyê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin.  Parêzerên Remzîye di dadgehê de amede bûn. Remzîye jî ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Vîdeoyê  (SEGBÎS) tevlî dadgehê bû.   Piştî tespîtkirina nasnameyê Remzîye axivî û got ku di derbarê wê de tu sûc tune ye. Piştre parêzerê Remzîye axivî û got ku muwekîla wî Remzîye bê sûc di girtîgehê de dimîne û xwest ku ji ber nexweşîya Kovid-19'ê were tehliyekirin.   Piştî parastinan dadgehê navber da   Heyeta dadgehê biryar da ku darizandina bi idiaya  “Hilweşandina yekbûna dewletê” a ji madeya 302'yemîn bê xistin. Heyetê biryara berdewamkirina girtina Remzîyeyê da û doz taloqî 7'ê Hezîranê hat kirin.