Emîne Şenyaşar a li çalakiya rûniştinê beşdarî danişînê nebû

  • 13:19 12 Adar 2021
  • Hiqûq
 
MELETÎ - 6’emîn danişîna doza têkildarî 4 kesên di encama êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de, jiyana xwe ji dest dabûn de hatibû vekirin, dest pê kir. Dayika Emîne Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” dest bi çalakiya rûniştinê kir, tevlî danişînê nebû. 
 
6’emîn danişîna doza têkildarî 4 kesên di encama êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz a di 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûs a Rihayê berî hilbijartinê, jiyana xwe ji dest dan de hatibû vekirin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meleltiyê dest pê kir. Dayika Emîne Şenyaşar a hevjîn û 2 kurê xwe di êrişê de winda kirin, ji ber çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber Edliya Rihayê dest pê kiriye, beşdarî danişînê nebû. 
 
Polîsan berî danişînê, li ber edliyê ewlekariyek mezin girtin û bi hincetên cuda destûr nehat dayîn ku rojnameger bikevin salona danişînê. Ferît Şenyaşar ê di dosyeyê de ne girtî tê darizandin, parêzerên malbata Şenyaşar, parêzerên girêdayî Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), baroyên Riha, Amed û Dîlok û hin ferdên malbatê beşdarî danişînê bûn. Malbata Yildiz û parêzerên wan jî di salona danişînê de amade bûn.  
 
Parlamenterên HDP’ê Mahmût Togrûl û Ayşe Surucu jî, ji bo şopandina danişînê hatin Edeliya Meletiyê. 
 
Fadil Şenyaşar ê di êrişê de bavê xwe û du birayên xwe winda kirin û ew bi xwe jî birîndar bûbû û dûre hatibû girtin jî, ji Girtîgeha Sergirtî ya Xarpetê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Enver Yildiz  jî ji Girtîgeha Sergirtî ya Osmaniyê tevlî danişînê bû. 
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan, dest bi danişînê hat kirin.