Rûniştina Şevîn Alaca hat taloqkirin

  • 08:40 12 Adar 2021
  • Hiqûq
QERS - Do rûniştina Hevseroka Şaredariya Qersê Şevîn Alaca ya dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, hat dîtin. Heyeta dadgehê rûniştin taloqî dîrokek din kir. 
 
2'yemîn rûniştina Hevseroka Şaredariya Qersê Şevîn Alaca ya qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin û di 8'ê Cotmeha 2020'î de hat girtin li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê hat dîtin. Şevîn a ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin ji Girtîgeha Jinê ya Amedê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Parêzerên Şevînê di rûniştinê de amade bûn. 
 
Şevînê tehliyeya xwe xwest û parêzerên wê jî anîn ziman ku divê dema girtinê li ber çavan bê girtin û tehliyeya Şevînê xwest. 
 
Biryara dewamiya girtinê 
 
Heyeta ku piştî parastinê biryar da daxwaz kir ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin û biryara berdewamiya girtina Şevînê hat dayin. 
 
Rûniştina taloqî 6'ê Nîsanê hat kirin.