Rûniştina hevserok Yildiz Çetin hat taloqkirin

  • 13:52 11 Adar 2021
  • Hiqûq
 
WAN - Hevseroka Şaredariya Erdîşê Yildiz Çetin a qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin di doza têkildarî wê dewam dike de dozger mutaala pêşwazî kir û ceza xwest. Rûniştin hat taloqkirin. 
 
Rûniştina 5’emîn a doza Hevşaredara Erdîşa Wanê Yildiz Çetîn a girtî bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Wanê hat dîtin. Yildiz bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Osmaniyê beşdarî rûniştinê bû. Parêzerên wê û rêveberên HDP’ê di danişînê de amade bûn. 
 
'Ez beyanên şahidên nepen qebûl nakim'
 
Yildiz Çetîn parastina xwe kir û îfadeyên şahidên nepen ên derbarê wê de jê hatin pirsîn û wê got: “Ez bi tu awayî beyanên şahidên nepen qebûl nakim. Beyanên wan buxtan in. Ji bilî mevzuata zagonî min tu tiştek nekiriye. 17 meh in ez ji welatê xwe dûr girtî me. Divê di dosyeyê de delîlên şênber esas werin girtin. Ez daxwaza berdana xwe dikim.” 
 
Parêzeran jî parastina miwekîla xwe kirin û xwestin were berdan. 
 
Dozger biryara xwe eşkere kir û xwest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê zindanê li Yildizê were birîn. Parêzeran li dijî biryara dozger dem xwestin. 
 
Dadger daxwaza parêzeran qebûl kir û rûniştin taloqî 15’ê Nîsanê kir.