Li Hatun Yildiz a HDP'yî 6 sal û 3 meh ceza birîn

  • 13:52 2 Adar 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Li Hevşaredara Sûrê Hatun Yildiz ji doza dihat darizandin 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birîn.
 
Daneşîna biryarê ya Doza ku Heşaredara Sûra Amedê Hatun Yildiz a HDP'yî jê bi îdaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandya rêxistinê kiriye" tê darizandin, li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Hatun Yildiz tevli daneşînê nebû lê parêzerê wê Yusuf Çakas amade bû.
 
Meqamê îdayê, mutalaya xwe ya beriya vê daneşînê ku ji 7 salan heta 15 salan ji Hatun re ceza dixwest dubarekir.
 
Parêzer Yusuf çakas ku parastin kir, diyar kir ku şahidê nepen derewan dike û got ku ku îfade bi nakokin. Yusuf di berdewamiyê de anî ziman ku muwekîla wî siyasetmedar e û got ku hevşaredartiya Sûrê kiriye. Herwiha Yusuf diyar kir ku tê gotin muwekîla wî tevli 300 merasîmên cenazeyan bûye lê tenê 10 cenaze di dosyayê de hene û beraeta muwekîla xwe xwest. 
 
Piştî navbera kurt ku hat dayîn heyeta dadgehê ji îdaya "propagandaya rêxistinê" beraet da Hatunê û ji îdaya "endamtiya rêxisitnê" jî 6 sal û 3 meh ceza lê birî.