Îdianameya Ferda Yilmazoglu 22 meh şûnde hat amadekirin

  • 09:15 30 Gulan 2020
  • Hiqûq
STENBOL- Rojnameger Ferda Yilmazoglu û Seyhan Çîçeklî ya HDP’î ku girtî ne 22 meh şûnde der barê wan de îdianame hat amadekirin. îfadeyên 5 kesên ku der barê Ferda û Seyhanê de dane de balê dikşînin û her wiha pîrozbahiya 8’ê Adarê û ajanda telefonê sûc hat hesibandin.
 
Di 4’ê Tebaxa 2018’an de li Stenbolê, rojnameger Ferda Yilmazoglu û endama meclîsa jinan a HDP’ê Seyhan Çîçeklî hatin binçavkirin û bi îdiaya endamtiya rêxstinê hatin girtin. Ji heman dosyayê Teymen Ozturk û Faruk Ozturk jî bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê ‘ hatin girtin. Der barê 4 kesî de 22 meh şûnde îdianame hat amadekirin.
 
‘Ez 8’ê Adarê pîroz dikim’ sûc hat hesibandin’
 
Li ser Seyhan Çîçeklî, kaxizên rengîn yên li ser ‘Ez di şexsê te de 8’ê Adara hemû jinan pîroz dikim’ nivîsî bû û her wiha nîşeyên kurdî hebûn. Ev wek sûc di îdianameyê de hatin bicihkirin. Her wiha nivîsên li ser whatsappê jî delîlên sûc hatin dîtin. Sê kesên ku hatin gotin Seyhan ji wêneyan teşîs kirine, îdia kirin ku Seyhan nasnav bi kar tîne û balkêşe ku hemûyan nav cuda cuda gotin.
 
Ajandaya  Ferdayê sûc hat hesibandin
 
Ajanda Ferdayê ya bi nivîsa ‘Ajansa Nûçeyan JINHA di 8’ê Adarê de dikeve sala xwe ya 4’emîn’ sûc hat hesibandin. Di ajandayê de di 20 rupelî de numareyên telefonê cih digirtin û hat îdakirin ku dibe ev numare wek şîfre hatibin nivîsin. Dozgeriyê got numareyên hatine nivîsin, di veşariyê de bi kesan re di ragîhandinê û numareya van kesan jî bi şîfre hatiye girtin. her wiha şopandina fîzîkî û qeydên kamereyê yên di îdianameyê de bal kişandin. Kesa bi navê Mevlude Gunduz îdia kir ku Ferda nasnavê ‘Dersîm’ bi kar tîne, kesê bi navê Ekrem Demîr jî îdia kir ku nasnavê ‘Acîl’ bi kar tîne. Kesa bi navê Canan Ceyhan jî îdia kir ku nasnavê ‘Ferda’ bi kar tînin.
 
Runiştina yekem a dozê di 25’ê hezîranê de wê bê dîtin.