Li eywanên dadgehan bersûc hatin xelatkirin

  • 09:03 29 Nîsan 2020
  • Hiqûq
Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan
 
AMED - Li gel qanûna înfazê tê dîtin ku wê  jin û zarok di nav civakê de bi tengasiyên mezin re rû bi rû bimînin û wê şert û mercên jiyana  wan dijwartir bibin.  Me danîşenên ku heta niha li eywanên dadgehan hatine dîtin berhevkirin û  em bi we re parve dikin.
 
Li seranserê cîhanê vîrûsa koronayê  gav bi gav belav dibe û li gelek welatan derîyên girtîgehan hatine vekirin û bi hezaran girtî hatine tehliyekirin. Li Tirkiyeyê jî li gel belavbûna şewba vîrûsa koronayê ji hêla AKP û MHP'ê ve qanûna înfazê ya ku hatî amadekirin ji parlementoyê derbas bû.
 
Di vê qanûnê de, mirov dikare bibêje ji bilî girtiyên siyasî hemû girtiyên edlî wê serbest bên berdan. Rêxistinên jinan bal kişandin ser qanûnan ku di meclise re hat derbaskirin û gotin ku wê jin û zarok bi pirsgirîkên  mezin re rû bi rû bimînin û  dibêjin ev jî wê  bibe sedema travmayên  psîkolojîk. Li gel vê yekê, tê dîtin ku dadgehên Tirkiyeyê hewl didin li şûna ku mexduran biparêzin, sucdaran biparêzin û  kujeirê jinan, tundiya li ser jinê û destdirêjiya zarokan meşru dikin.    Ev helwesta dadgehan pir caran bûye sedema bertekan û li gel bertekên rêxistinên jinan gelek caran heyetên dadgehan gav paşve avêtine. Lê bûyerên ku ne diyar in an ber bi wendabûnê ve jî diçin sûcdar ji wan sûdê digirin. Mirov dikare li Dadgeha Amedê jî heman rewşê bibîne.
 
Danîşanên ku encam negirtin û yên ku encam girtin:
 
*Di sala 2016'an de zarokê 12 salî  ji hêla xizmê xwe Alî P. ve bi êrîşa zayendî ya sîstematîk re rûbirû hat. Li gel vê yekê  Malbatê gilî kir û Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.  Di çarçoveya lêpirsînê de, doza ku ji hêla 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hati dîn de  20 sal cezayê girtîgehê hate xwestin. Lê bi hinceta tûnebûna delil bersûc hate tehliyekirin.
 
*Di rûniştina biryarê ya doza ku ajokarê wesayitê dibistanê  M.F.Ç, yê ku  li şûna ku xwendekar bibe dibistanê ,xwendekar serdest girtî danîşana wî hare dîtin.  Ji bo ku bandoreke neyînî li ser pêşeroja sucdar neke  ji 8 salan 6 sal û 8 meh ceza hate dayîn.
 
*Metehan G., bijîjkê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl, ku xortekî 12 salî ku ew di otomobîla xwe de ragirt, destdirêjî kir, di rûniştina yekem de hat berdan. Dema ku tawanbarê xwe parastî dikir wekî "Ez di roja bûyerê de pir gut bûm", heyeta dadgehê biryar da  ku delîlên ku aşkere tune ne, sucdar beraat kir.
 
*Di 23'ê  Mijdarê sala 2018 de,  li gundekî girêdayî navçeya Bîsmîlê ya Amedê mêrê bi navê Ramazan Nerede hevsera xwe Vîldan Nerede û Dinçer Dogan qetil kirin. Dema ku 4 rûniştinên tawanbar li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihatin dîtin, Parêzerên bersûc mudaxele kirin û ji heyeta dadgehê hat  xwestin ku rûniştin ji çapemeniyê re girtî  berdewam bike. Doz hîn berdewam e û encam jê nehatiye girtin.
 
*Dema ku rûniştina duyemîn a zarokê ku ji hêla mêrekî bi navê Hasan D. ve bi êrîşa zayendî ya sîstematîk  li 6’emin Dadgeha Cezayê Giran a  Amedê hate dîtin, dadgehê xetereya zarokê paşguh kir. 
 
*Heyeta  2’emin a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derbarê zilamê  bi navê Tarik E. de, ku li dijî herdu zarokên xwe destdirêjiya zayendî kir,  48 sal, 5 meh û 7 roj cezayê girtîgehê birî.
 
*Fîdan Gungor ji hela mêrê bi navê Ozkan Gungor ve li navenda Amedê hate kuştin. Gava ku  Şewirmendiya Mafên Jinan a Baroya Amedê ku dixwest beşdarî dozê bibe, ev daxwaz ji hêla parêzerê tawanbar ve  nehate qebûlkirin û dadgehê  jî ev daxwaz red kir. Ev yekê jî  nîşan dide ku dadgeh ji rêxistinên jinan çiqas nerehet in.
 
* Li Êlîhê G.U a ku fuhuş lê hat ferzkirin  ji sala 2017'an vir de li 1’emin Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê 10’emin  danîşana wê hat  dîtin  hîna tu encam nehatiye girtin û her wiha heta niha ji 6 bersuc serbest hatine berdan.
 
*Ramazan A. yê ku sala borî li navçeya Çermûkê ya Amedê li du zarokan destdirêjî kir di rûniştina yekem de serbest hat berdan.
 
*Omer Imren ku hewl da hevjîna xwe  Rabîa Senar, bikuje  bû sedema felçkirina Rabiyayê muebbet lê  hatî birîn  daxistinek sepandî li ser dozê hat pêkanîn. Dadgehê ne Rabîaya ku felç bû, li pêşeroja bersuc fikirî.
 
*Aziz Orhan ê ku li Bismila Amedê ajovanê taksiye bû  di sala 2017’an de ji ber sûcê êrîşa zayendî yê li dijî zarokê kir di 26’ê Hezîrana 2018’an de piştî ku ducanîbûna zarokê aşkera bû hat binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê  Ji bersuc re 38 sal ceza xwest. Lê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi cezayê ku 35 sal ceza diguheze hat cezakirin û tehliya bersuc hate xwestin. Parêzerê zarokê diyar kir ku ew ê biryarê bibin Dadgeha Bilind.
 
* Müzeyyen Boylu, ya ku li Komeleya Hiqûqnasên Amedê cih digirt û wek parêzer li navçeya Çinarê  dixebitî, di 19'ê Gulanê sala 2019' an de ji hêla bijîjk Mesut İssi ve hat kuştin.  Lêpirsîna Mesut İssi ku Muzeyyen kuşt, li Dadgeha Cezayê Giran a Sulhê hat temamkirin. Gava ku bersû ket  eywana dadgehê  dadger ji bersuc re got " Tu xêr hatî,derbasî be" ev pêşwazîkirina dadger bû sedemên bertekên mezin.
 
Dema ku bersûc Mesut İssi li  Dadgeha 7'emîn a Amedê, hate darizandin hat ditin ku tawanbar hewl da ku bi hinceta  derûniya wî nebaş bû  komkujiyê rewa bike. Her wiha ji hêla bi dehan jinên Parêzer baro û rêxistinên Jinan ji dozê re  piştgirî hat dîtin û li gel vê yekê, parêzerê bersûc Kutbettin Odabaşı xwest ku doz ji ber sedemên ewlehiyê ji bo bajarekî din were veguheztin. Dadgehê ev daxwaz betal kir û rûniştin taloqî 5'ê hezîranê hat kirin.
 
*Di 26’êa Gula 2019'an de, li Amedê,  polîsê bi navê Muharrem Yılmaz, yê ku hevala xwe  Merve Unal kuşt,  hat darizandin.  Di dema darizandinên ku li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat de, tawanbar hewil da ku Merve ya hate qetil kirin sucdar bike.  Di rûniştina wê ya paşîn de, bersûc parastina xwe kir û sûcdarî red kirin. Doza Merve Unal tenê ji hêla   çapemeniya muxalîf ve tê  dişopandin, lê ji aliyê  çapemeniya alîger ve kes naşopîne.