Di ser qetilkirina Remziye Bor re 4 sal derbas bûn:Dosya kiryar nediyar e!

  • 09:06 17 Nîsan 2020
  • Hiqûq
Hîkmet Tunç
 
WAN - Remziye Bor a 7 meh û nîv ducanî bû di encama serdegirtina polîsên taybet a mala li mala  xwe de, hat qetilkirin û di ser bûyerê re 4 sal derbas bûn. Der barê qetilkirina wê de tu lêpirsîn nehat vekirin û di dosya hat amade kirin  de jî wek ‘kiryar nediyar’ derbasî qeydan bû. Neval a ku dema dayika wê hat qetilkirin di zikê dayika xwe de bû û bi sezeryanê hat girtin jî hem bê dê û hem jî bê bav ma.
 
Di 19’ê Nîsana 2016’an de li Xaçorta Wanê, polîsên tevgera taybet bi ser mala Remziye Bor (27) de girtin û di serdegirtinê de Remziye bi giranî birîndar bû û li nexweşxanê di 17’ê Gulana 2016’an de jiyana xwe ji dest da. Di ser bûyerê re 4 sal derbas bûn.
 
Gotin bombeya zindî ye
 
Li gorî îfadeyên şahidên veşarî, wê şevê polîsan tax xistine bin dorpêçê û du rojan ji taxê dengê qêrînan bilind bûye û polîsên bi ser qatê duyemîn yê malê de girtiye.  Tevî ku Remziyeyê gotiye ‘ez ducanî me’ jî polîs îdia kiriye ku Remziye bombeya zindî ye û li Remziyeyê xistine. Polîsan piştî li Remziyeyê xistin, kontrol nekirin ku ka ducanî ye an na û bi îşkencê Remziye li wesayîtê kiribûn.
 
Di beşa giran de xistin binçavan
 
Tevî ku Remziye bi birîndarî hat xilaskirin jî pêkanîna ku li hember Remziyeyê bi karanîn jî îhtîmala ku xilas bibe ji holê hatibû rakirin. Remziye di beşa giran de jî di bin çavdêriya polîsan de bû. Dema bi ser mala wan de hatibû girtin, hevjînê Remziyeyê Îrfan Bor ne li malê bû û li taxê hatibû binçavkirin û girtin.
 
Remziyeya ku gule li stuyê wê ketibû, hişê wê li serê wê bû. Piştî rojan şûnde çavên xwe vekir û di encama hewldana parêzer û malbatê de hevjînê wê ligel polîsan çû serdana Remziyeyê. Beşek mezin a bedena Remziyeyê felç bibû û du caran emelyet bibû. Remziye ducanî bû û di 25’ê Nîsanê de bi sezeryanê bebeka wê jê girtin. Remziyeyê piştî têkoşîna jiyanê ya 28 rojan şûnde jiyana xwe ji dest dabû. Zaroka wê Newal jî bê dê û bê bav mabû.
 
Pêşiya lêpirsînê hat girtin
 
Tevî 4 sal di ser bûyerê re derbas bûn jî tu tiştek der barê polîsan de nehat kirin. 9 meh şûnde Serdozgeriya Komarê ya Wanê der barê Îrfan de îdianame amade kir. Di îdianameya hat amadekirin de  ji bo Remziyeyê jî gotin ‘endama rêxistinê ye’ û pêşiya lêpirsînê girtin. Dosya jî wek ‘kuştinên kiryar nediyar’ hat qeydkirin. Bi îdiaya endamtiya rêxistinê jî ceza li Îrfan Bor hat birîn.