Di doza govendgerandinê de biryara beraatê hat dayîn

  • 15:11 13 Nîsan 2020
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Der barê 5 jê jin 6 kesî de bi hinceta li Şirnexê di çalakiya greva birçîbûnê de govend gerandine doz hatibû vekirin. Heyeta dadgehê ji bo 6 kesan biryara beraatê da. 
 
Di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de di 8’ê mijdar a 2018’an de greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabû destpêkirin. Piştre li hemû girtîgehan çalakî belavbû. Leyla Guven di roja 200’î de çalakiya xwe bi peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî kir. Her wiha di vê pêvajoyê de gelek çalakî hatin lidarxistin û derbarê kesên ku tevlî çalakiyan bûn lêpirsîn hatin destpêkirin. 
 
Li Şirnexê parlamenterên HDP’ê Nuran Îmîr, Hasan Ozgûneş û Hûseyîn Kaçmaz jî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Her wiha 6 kes, di nav de 5 jin heyî çûn serdana parlamenterên ku di grevê de ne û li vir govend gerandin. Derbarê wan kesan de bi hinceta “Li dijî qanûnê civîn pêk anîne” û “propagandaya rêxistinê kirine” doz li wan hatibû vekirin.  Di 24’ê sibatê li Dadgeha Cezayê Aslî ya Şirnexê de doza biryarê hat dîtin û heyeta dadgehê biryara beraatê da 6 kesan.