Rûniştina Gultan û Sebahatê hat taloqkirin

  • 13:09 13 Nîsan 2020
  • Hiqûq
MELETÊ - Siyasetmedarên Kurd Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel ên ev 4 sal in girtî tên darizandin di 4'emîn rûniştina li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletê de dîsa nehatin tehliyekirin.
 
Derbarê Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel de cezayên girtîgehê hatibû dayin û ev ceza li Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê hatibû betalkirin. Ew ê 4'emîn rûniştina doza ji nû de dest pê kir li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletê bihata dîtin lê ji ber Vîrusa Koronayê rûniştin nehat kirin û heyeta derbasdar li ser lêkolîna li ser dosyayê biryar da. 
 
Parêzerên Gulten û Sebahatê yên bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" tên darizandin anîn ziman ku ew dixwazin muwekîlên wan ên ji 26'ê Cotmeha 2016'an vir ve tên darizandin, serbest bên berdan. Daxwaza tehliyeyê ji aliyê heyeta derbasdar hat redkirin. 
 
Heyeta derbasdar rûniştin taloqî 29'ê Gulana 2020'an kir.