Derbarê Guler Tunç de di 20 rojan de 6 lêpirsîn

  • 09:08 11 Nîsan 2019
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Li Cizîra ku zext û girtin qet naqedin, der barê hevseroka HDP’a Cizîrê Guler Tunç de jî di 20 rojan de 6 lêpirsîn hat destpêkirin.
 
Li Şirnexê di pêvajoya dawî de zext û serdegirtinên malan zêde bûn, gelek kes hatin girtin. Her roj bajar bi binçavkirinên nû şiyar dibin û dawiya lêpirsînên tê vekirin jî nayê. Li hevseroka HDP’a Cizîrê Guler Tunç jî di 20 rojan de 6 lêpirsîn hatin destpêkirin.
 
Di pêvajoya hilbijartinê de tê de hevserok jî hene bi sedan kes hatin binçavkirin. Bi hinceta îfadeya wê heye bi ser mala Guler Tunç de hat girtin û di vê pêvajoyê de 6 lêpirsîn lê hat vekirin. Guler a ji daxuyaniyên çapemeniyê bigire heta serdanên şînê li her pêngava wê lêpirsîn hatiye vekirin, îfade da emniyet û dozgeriyê jî.
 
6 lêpirsînên di 20 rojan de hatine vekirin;
 
*Tevlîbûna daxuyaniya ji bo Zulkuf Gezen
 
*Tevlîbûna daxuyaniya ji bo Ayten Beçet a li girtîgeha Gebzeyê dawî li jiyana xwe anî
 
*Bîllboarda Kurdî ya li Cizîrê a di pêvajoya hilbijartinê de 
 
*Li ser îfadeya şahidekî ku daye,
 
*Ji ber di komîteya tertîp a Newrozêde cih girtiye,
 
*Ji ber tevlî şîna Mahsum Pamay yê li girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê dawî li jiyana xwe daye.