Derbarê Guler Tunç de di 20 rojan de 6 lêpirsîn 2019-04-11 09:08:48   ŞIRNEX - Li Cizîra ku zext û girtin qet naqedin, der barê hevseroka HDP’a Cizîrê Guler Tunç de jî di 20 rojan de 6 lêpirsîn hat destpêkirin.   Li Şirnexê di pêvajoya dawî de zext û serdegirtinên malan zêde bûn, gelek kes hatin girtin. Her roj bajar bi binçavkirinên nû şiyar dibin û dawiya lêpirsînên tê vekirin jî nayê. Li hevseroka HDP’a Cizîrê Guler Tunç jî di 20 rojan de 6 lêpirsîn hatin destpêkirin.   Di pêvajoya hilbijartinê de tê de hevserok jî hene bi sedan kes hatin binçavkirin. Bi hinceta îfadeya wê heye bi ser mala Guler Tunç de hat girtin û di vê pêvajoyê de 6 lêpirsîn lê hat vekirin. Guler a ji daxuyaniyên çapemeniyê bigire heta serdanên şînê li her pêngava wê lêpirsîn hatiye vekirin, îfade da emniyet û dozgeriyê jî.   6 lêpirsînên di 20 rojan de hatine vekirin;   *Tevlîbûna daxuyaniya ji bo Zulkuf Gezen   *Tevlîbûna daxuyaniya ji bo Ayten Beçet a li girtîgeha Gebzeyê dawî li jiyana xwe anî   *Bîllboarda Kurdî ya li Cizîrê a di pêvajoya hilbijartinê de    *Li ser îfadeya şahidekî ku daye,   *Ji ber di komîteya tertîp a Newrozêde cih girtiye,   *Ji ber tevlî şîna Mahsum Pamay yê li girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê dawî li jiyana xwe daye.