Du dozên Gulser Yildirim kirin yek

  • 17:13 4 Adar 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Daneşîna 11'emîn a doza parlamentera berê ya Mêrdînê Gulser yilidirim ku bi hinceta axaftinên wê yên sala 
 
2012’an û 2016’an de kiriye lê hat vekirin û ji  bo wê 18 sal û 3 meh ceza tê xwestin de daneşîna vê dozê û ya dozeke din ku Gulserê jê tê darizandin kirin yek. 
 
Daneşîna 11'emîn a doza parlamentera berê ya Mêrdînê Gulser yilidirim ku bi hinceta axaftinên wê yên sala 
 2012’an û 2016’an de kiriye lê hat vekirin û ji  bo wê 18 sal û 3 meh ceza tê xwestin li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Di rûniştina doza pêşî de biryar hatibû dayîn ku Gulser tevlî dozê bibe. Gulser ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tevlî dozê nebû û daxwazname şand.
 
Dosyeya Gulser bi dosyek din ve kirin yek
 
Doza ku piştre dest pê kir de hat zanîn ku dosyek Gulser bi heman hincetê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dihat dîtin kirin yek.  
 
Di berdewamiya dozê e parêzerê Gulser, Erdal Kuzu, ji bo di derbarê dosyeya ku kirine yek de lêkolînan bikin heman tişt got  û dem xwest. 
 
Doz hat taloq kirin
 
Heyeta dadgehê,  daxwaza meqamê îdîayê û parêzerên ku dem xwestibûn qebûl kir û doz taloqî 14’ê hezîranê kir.