Du dozên Gulser Yildirim kirin yek 2019-03-04 17:13:25   MÊRDÎN - Daneşîna 11'emîn a doza parlamentera berê ya Mêrdînê Gulser yilidirim ku bi hinceta axaftinên wê yên sala    2012’an û 2016’an de kiriye lê hat vekirin û ji  bo wê 18 sal û 3 meh ceza tê xwestin de daneşîna vê dozê û ya dozeke din ku Gulserê jê tê darizandin kirin yek.    Daneşîna 11'emîn a doza parlamentera berê ya Mêrdînê Gulser yilidirim ku bi hinceta axaftinên wê yên sala   2012’an û 2016’an de kiriye lê hat vekirin û ji  bo wê 18 sal û 3 meh ceza tê xwestin li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Di rûniştina doza pêşî de biryar hatibû dayîn ku Gulser tevlî dozê bibe. Gulser ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tevlî dozê nebû û daxwazname şand.   Dosyeya Gulser bi dosyek din ve kirin yek   Doza ku piştre dest pê kir de hat zanîn ku dosyek Gulser bi heman hincetê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dihat dîtin kirin yek.     Di berdewamiya dozê e parêzerê Gulser, Erdal Kuzu, ji bo di derbarê dosyeya ku kirine yek de lêkolînan bikin heman tişt got  û dem xwest.    Doz hat taloq kirin   Heyeta dadgehê,  daxwaza meqamê îdîayê û parêzerên ku dem xwestibûn qebûl kir û doz taloqî 14’ê hezîranê kir.