Lee Rhîannom: Erdogan hem dibêje aştî hem jî pêvajoyê dixitimîne

  • 09:05 26 Nîsan 2025
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Lee Rhîannon da zanîn ku azadiya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo aştiya mayînde a li Rojhilata Navîn mifteya çareseriyê ye û got: “Ya krîtîk derxistina Birêz Ocalan a ji girtîgehê ye. Konfederaysona demokratîk wê ji bo hemû herêmê bibe hêvî.
 
Banga sedsalê ya 27’ê Sibatê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir li hemû cîhanê deng da. Piştî bangê hevdîtinên bi partiyên siyasî re hatin kirin û di 10’ê Nîsanê de jî heyet bi serokomar Tayyîp Erdogan, serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Efkan Ala re hat gel hev. Tevî bangê hîna ji aliyê desthilatdariyê ve gavek nehatiye avêtin.
 
Parlamentera Partiya Keskan Lee Rhîannon der barê pêvajoyê de ji ajansa me re axivî.
 
Lee Rhîannon der barê banga sedsalê ya hatiye kirin de axivî û  got ev ji bo gelê Kurd pêşketinek girîng e û wiha got: “Vê Nelson Mandela anî bira mîn. Ew jî bi salan di bin tecrîdê de hat girtin. Di têkoîna çekdarî de bû û bi salan wek terorîst hat pênasekirin. Lê piştre li Başurê Afrîkayê li dijî aparheîd xweza têkoşînê hat guhertin. Ev gelek girîng bû. Birêz Ocalan li ser rweşa Tirkiyeyê sekiniye. Mijar baş girtiye dest ez jê bi bandor bûm. Bêguman tam çareser nebûye lê bi rastî jî gelek girîng bû û em mereq dikin ku wê çawa bi encam bibe.
 
‘Abdullah Ocalan aktorekî girînge divê bê berdan’
 
Lee Rhîannon balkişand ser çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Ewropa û her derê cîhanê hatine destpêkirin û wiha domand:”Hikûmet di vê mijarê de cidî be wê gavê bavêje. Birêz Ocalan di vir de aktorekî girînge. Bi rastî jî divê êdî bê berdan. Di vir de Tirkiye girînge lê em behsa Îran, Iraq û Sûriyeyê jî dikin. Niha li Sûriyeyê aloziyek mezin tê jiyîn. Ji ber vê jî ev bi rastî gavek krîtîke. Ez ji Avustralyayê bang dikim. Hikûmeta Avustralyaye der barê hikûmeta Tirk de qet naxive. Divê hikûmetên Rojava zextê li Erdogan bikin.”
 
‘Divê em li cem gelê Kurd cih bigirin’
 
Lee Rhîannon destnîşan kir ku pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin girîng e û wiha dirêjî dayê: “Rewşa li Fîlîstînê em li Sûriyeyê jî dibînin. Israîl Lubnanê bombebaran dike. Sûriyeyê bombebaran dike.  Hawirek şer heye. Ev piranî bi piştgiriya DYA’yê pêk tên. Ji ber vê divê ji bo vê pêvajoya aştiyê piştgirî bê dayîn. Ev tenê welatekî elqeder nake. Ji ber mirov dibin penaber û koçî wwelatên Roajva dike. Ev bang girînge. Divê em li cem gelê Kurd cih bigirin.”
 
‘Hikûmet dibêje aştî lê gavê navêje’
 
Lee Rhîannon daxuyakirin ku hîna hikûmetê ji bo bangê gavek navêtiye û wiha bi lêv kir: “Erdogan di her du riyan de jî dimeşe. Dibêje ji bo aştiyê dixebite lê ji bo pêvajo pêş bikeve tiştekî nake. Ji ber vê jî divê piştgiriyeke xurt ji bo Birêz Ocalan û kesên bi wîre dixebitin bê dayîn.Divê Birêz Erdogan gavê bavêje û bi birêz Ocalan re bixebite. Ji bo vê jî divê Ocalan ji girtîgehê derkeve. Divê bên gel hev û ib hev re pêvajoyê bidin meşandin. Divê welatên Rojava jî gavê bavêjin.”
 
‘Divê jin zêdetir derkevin pêş’
 
Lee Rhîannon balkişand ser peyama Abdullah Ocalan a di 8’ê Adarê de ji bo jinan şandiye û ev nirxandin kir: “Birêz Ocalan di nivîsên xwe de her tim behsa jinan dike. Mijarên wekheviya jinan girtiye dest û dirûşmeya jin jiyan azadî  bi giştî ji van xebatan afiriye. Bêguman birêz Ocalan ne tenê xebatên xwe yên gelek jinên têkoşer ku bûne çavkaniya îlhamê derxistiye pêş. Birêz Ocalan di nivîsên xwe de diyr dike ku ji bo pêşketina civakî û wekheviyê divê jin zêdetir bên dîtin. Ev di nivîsên xwe de aniye ziman.Gotinên wî yên di peyama 8’ê Adarê de jî gelek girîn bûn.”
 
‘Piştevaniya navneteweyî girînge’
 
Lee Rhîannon der barê pêvajoyê ku li welatê wan çawa hatiye nirxandin de jî ev tişt anî ziman: “Bêguman hinek kes ji bangê gelek bandor bûn. Wêrekî nîşanda ku divê riyek nû bê dîtin. Ev ji bo nêzîkaitya me ya têkşoînê girîng bû.  Lê ya rast gelek kes hîna di ferqa vê rewşê de ninin. Avustralyayî Tirkiyeyê, Erdogan, ji nûçeyan dixwînin. Komek ji Birêz Ocalan û Rojava îlhamê digirin hene. Ez li Sydney dijîm. Navenek Kurdan ya 45 deqeyan ji me dur e heye.  Ez gelek caran çûm wir min gelek tişt der barê têkoşîna Kurde fêr kir. Bernameyên wan hene. Bi saya van bernameyan Avustralyayî Kurdan û têkoşîna wan, Birêz Ocalan fêr dibin. Di van têkoşînan de piştevaniya navneteweyî girînge.”
 
‘Dayîna welatîbûnê gavek girînge’
 
Lee Rhîannon balkişand ser welatîbûna fahrî ya ku Îtalyayê daye Abdullah Ocalan û got ev tiştekî kelecaniye û girîng e. Lee Rhîannon wiha dirêjî dayê: “Ev teşeyekî gelek xweş yê piştevaniya navneteweyî ye. Em dixwazin civaka navneteweyî û hikûmet li cem gelê Kurd cih bigirin. Birêz Ocalan lîderê gelê Kurd e. Ji ber vê dayîna welatîbûnê gavek girîng e.”
 
Lee Rhîannon di dawiya axaftina xwe de bagn kir ku divê Abdullah Ocalan demildest ji girtîgehê bê derxistin û dawî li tecrîdê bê anîn û got: “Ji bo aştiyê û pêşxistina konfederasyonê ev gelek girînge.”