
Di sendîkayan de pergala hevserokatiyê
- 09:05 21 Nîsan 2025
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher der barê girîngiya pergala hevserokatiyê ya di sendîkayan de axivî û got: “Hevserokatî bixwe mudaxaleyek li dijî tekelbûn û destilatdairiyê ye. Di alî demokratîkbûn di alî têkiliyên wekhevî û azadiyê jinê de girîng e. Hevserokarî wek modelekê wê jiyana xebatê demokratîk bike.”
Bi pergala hevserokatiyê ya di sendîkayên wekê Konfederaysona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) de pêkanîn wekheviya nûneriya jin û mêr pêk tê û têkoşîna sendîkal a xebatên xweser ên jinê jî xurt dike. Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher der barê nûneriya jinê û pergala hevserokatiyê ya di sendîkayan de ji JINNEWS’ê re axivî.
Rewşa jinan a di sendîkayan de
Done Gevher daxuyakirin ji avabûna sendîkayan heta niha wek qada mêran hatiye dîtin û got: “Di vê qadê de mêr serdest bûn û mêran biryar digirt. Di hemû biryaran de mêr hebûn. Piştî pêla duyemîn a tevgera femînîst jin zêdetir hatin dîtin. Pergala hevserokatiyê ne di rojeva sendîkayan de ye. Lê avabûna KESK’ê û asta hatiye, hevserokatî ket rojeva wan. Em bi baskê kar a KESK’ê niha di SES’ê de hevserokatiyê dibînin.”
Hevserokatî di KESK û SES’ê de heye
Done Gevher balkişan ser serdsetiya mêr a di sendîkayan de dertê holê û wiha dirêjî dayê: “Di KESK’ê de xeta têkoşîna aştî û demokrasiyê jî heye. Ji ber têkoşîna jin û ekolojiyê bi giştî tê dîtin polîtîkayên jinan ji aliyê meclîsê jinan ve tê diyarkirin. Hevserokatiyeke ji ser meclîsê jinan xwedî dibin û bi baskê KESK û SES’ê heye. Di baskên din ên me de pergala hevserokatiyê tuneye. Ji bo vê hewcedarî bi pêvajoya îqnakirinê heye.”
Em bi newekheviyê re tên rû hev
Done Gevher wiha domand: “Di pêvajoya avabûna meclîsan de ev hat hedef kirin. Pirgirêkên jin û mêr dijîn ne wek hev in. Em jin bi newekheviyê re tên rû hev. Baskên jinan a Memûr-Senê heye. Lê dema em dinêrin xebatên baskên jinan pir kevneşopî dimînin. Di konfederasyonên karkeran de DÎSK’ê de cihê jinan cuda ye. Lijneya nûneriya jinan a DÎSK’ê heye. DÎSK di hemû xebatan de sernavê jinan cuda digire.”
Done Gevher wiha dawî lê anî: “Hevserokatî bixwe mudaxaleyek li dijî tekelbûn û desthilatdariyê ye. Di alî demokratîkbûn di alî têkiliyên wekhevî û azadiyê jinê de girîng e. Hevserokarî wek modelekê wê jiyana xebatê demokratîk bike.”