Dengbêj Meryem: Di rihê min de dengbêjiyek hebû

  • 09:03 15 Nîsan 2025
  • Çand û Huner
Neslihan Kardaş
 
WAN - Dengbêj Meryem ku xwe ji dengbêjiyê zêdetir dertbêj bi nav dike wiha dibêje, "Hê di zarokatiya xwe de min dizanibû ku di rihê min de dengbêjiyek heye."
 
Çanda dengbêjiyê ji demên berê heta îro ji bo gelê Kurd cihekî girîng girtiye. Di nav pêşengên dengbêjiya jinên kurd de navên wek Ayşe Şan, Meryem Xan û Sûsika Simo hene. Li gel klîşeyên feodal, jin bi hunera ku pêşkêş dikin bandorê li mirovan dikin. Berê, her çend jinên dengbêj nikarîbûn dengbêjiya xwe di dîwanên dengbejê de bibêjin jî, wan êş, xemgînî, kêfxweşî û bêrîkirina xwe bi rêya dengbejiyê, carinan bi dizî û carinan jî tenê di nav jinan de, diyar dikirin.
 
Meryem Tuncer, ku li gundekî navçeya Beytuşşebabê ya Şirnexê ji dayik bûye, yek ji wan navan e ku çanda dengbêjiyê didomînin. Meryem dibêje ku ji zarokatiya xwe ve giyanekî dengbêjiyê di canê wê de hebû û wê ji temenê biçûk ve dest bi guhdarîkirina dengbêjiyê li radyoyê kiriye. Dengbêj Meryem dema ku ew tenê 14 salî bû bi xizmekî xwe re zewicî.
 
Mîna gelek Kurdan, Meryem jî ji ber şewitandina gundan û ferzkirina cerdevaniyê neçar ma ku gundê xwe biterikîne. Di vê navberê de, Meryem demek dirêj nikare ji malbata xwe agahiyê bibihîze. Meryem, ku dengbêjî di rihê wê de ye, li cihên ku kes lê tune be an jî li hawîrdorên ku tenê jin lê hene dengbêjiyê dike. Di heman demê de, ew xemgînî, hesret û êşa ku bi dengbêjiyê re dijî jî vedibêje. Meryem, dayikeke 30 salî ya 5 zarokan, hevjînê xwe winda dike û jiyan ji bo wê hîn dijwartir dibe. Di stranên ku ew dibêje de, çîroka hesreta xwe ya ji bo gund û bilindahiyên xwe, xwişka xwe Sultan ku tevlî PKKê bûye û koça dawî kiriye, ku heta niha jî cenazeyê wê nekariye bibîne û êşa ku piştî mirina hevjînê xwe hîs dike, bi dengbêjiyê vedibêje. Belkî ew hewl dide êş û hesreta xwe sivik bike.
 
Niha, Dengbêj Meryem, ku diyar kir ku neviyên wê bi dengbêjên ku wê digotin mezin bûne û bê dengê wê nikarin razên, çîroka jiyana xwe vegot.
 
'Dengbêjiyek di rihê min de hebû'
 
Dengbêj Meryem, ku diyar kir ku dema ew piçûk bû wê li Radyoya Êrîvanê guhdarîdikir, diyar kir ku heta ku strana ku guhdarî dikir biqede wê tiştek nekiriye. Dengbêj Meryem got, "Di giyanê min de dengbêjiyek hebû, di mehên zivistanê de, ez diçûm mala dengbêjê li gund û min guh didam stranên wî. Di wan deman de, me bi xwe di dawetan de stran digotin. Ez her tim di dawetan de, li zozanan, dema ku ji çeman derbas dibûm stran digotim. Min ji bo bûyerên ku em dijiyan stran digotin ji ber ku min dizanibû ku di giyanê min de dengbêjiyek heye. Lê wê demê, ez nedikarîm biçim û di nav civakê de, li ber mêran stranan bibêjim. Ji bo hemû jinan eynî bû, ne tenê ji bo min. Dibe ku bi hezaran jinên Kurd jiyana xwe ji dest dane û bêyî ku kes dengê wan bibihîze, hunera dengbejiyê bi wan re hatiye veşartin."
 
'Zaroktiya min, lîstikên min di hundirê min de mane'
 
Dengbêj Meryem, ku bavê xwe di 6 saliya xwe de winda kir, di 14 saliya xwe de hat zewicandin û di 30 saliya xwe de jî hevjînê xwe winda kir, diyar kir ku xizmên wê di temenê ciwan de ji ber ku bavê wê tune bû ew bi xizmekî din re zewicandin. Dengbêj Meryem wan deman wiha vedibêje: "Bavê min tunebû, xizmên min ez bi kurê xizmekî min ê din re zewicandin. Malbata hevjînê min baş bi min re tevdigeriya, lê zarokatiya min, lîstikên zarokatiya min, kêfên zarokatiya min, neçûna dibistanê, her tişt di hundirê min de ma. Piştî ku ez zewicîm, ez li gundekî din jiyam. Bavê min li wir nebû. Min bêriya dê û xwişk û birayên xwe dikir. Ji ber vê yekê nexweşiya min a psîkolojîk hebû. Ez salekê nexweş mam."
 
Ji ber sîstema cerdevaniyê neçar man ku gundên xwe biterikînin
 
Piştî ku Dengbêj Meryem û malbata wê ji nexweşiyê baş bûn, ji ber ku wan ev yek qebûl nekir û ne cerdevan bûn, neçar man ku gundê xwe biterikînin. Dengbêj Meryem behsa demên ku ew ji gund koçî metropolê dikirin kir û got, "Em çûn Mersînê. Cihê me welatê me nebû. Me bi Tirkî nizanibû. Wekî din, mîna îro tu rêyên ragihandinê tunebûn, min nikarîbû ji dayika xwe tu xeber bigirta, min nizanibû ew çûne ku derê. Me hevdu winda kir. Ez şev û roj digiriyam, min meraq dikir ka çi bi malbata min hatiye. Em li wir li xaniyekî bêav bi cih bûn. Zaroka min a yekem li wir çêbû. Bi gelemperî, jinên ku dayik in dê kêfxweş bibin, lê ez digiriyam. Ew ne cihê min bû, ne welatê min bû. Ez li cîhekî biyanî bûm, min tiştek nizanibû. Ez digiriyam, min meraq dikir ka ez ê çawa zarokê xwe li cîhekî wusa biyanî mezin bikim. Ne dayik, ne bav, ne ziman û ne jî kesekî min hebû. Hevjînê min ji bo xebatê ji malê derket û hefteyekê venegeriya. Me got qey ew miriye. Me nikarîbû tu agahî bigirta. Dû re rojekê ew vegeriya. Derket holê ku wî kar dîtiye û ji me re sarinc û televîzyonek kirîye."
 
'Ez li gundan bi hevjînê xwe re xebitîm'
 
Dengbêj Meryem piştî ku 5 salan li Mêrsînê ma û bi malbata xwe re koçî Wanê kir, got, "Hevjînê min li gundan wek şivan dixebitî. Ez jî li Wanê dimam. Rojekê, min ji hevjînê xwe re got ku min bi xwe re bibim gundê ku ew diçe wir. Ez 7 salan li gundan bi hevjînê xwe re xebitîm. Min hemû karên li mala ku em lê dixebitîn dikir. Lê ez li wir pir kêfxweş bûm ji ber ku zarokên min li wir diçûn dibistanê. Dema ku min dît ku zarokên min ji dibistanê vedigerin malê, min hemû westandina xwe ji bîr kir. Piştî ku 7 salan li wir xebitîm, me xwe ji hêla darayî ve rehettir hîs kir. Me li Wanê erd kirî û xaniyek çêkir. Piştre me xwest ku salek din li gundekî din bixebitin da ku veberhênanekê bikin, lê hevjînê min li wir koça dawî kir. Piştî ku hevjînê min koça dawî kir, ez dîsa bi tenê mam."
 
Wê zarokên xwe bi giyayê ku li çiyayên bilind berhev dikir mezin kir
 
Piştî ku hevjînê wê koça dawî kir, Dengbêj Meryem bi 5 zarokên xwe re vegeriya malê û got, "Ez nexwende bûm, min ji bilî karê gund tiştek din nekiribû, min nizanibû. Lê min bawer dikir ku jinek dikare her tiştî bi ser bixe ger bixwaze. Dema bihar hat, min otomobîlek kirê kir û çûm çiyayên bilind. Min hemû giyayên ku di xwarin, penêr de dihatin bikar anîn berhev kirin. Min giyayên ku min berhev kiribûn firotin. Min giyayên ku di biharê de dihatin xwarin firotin, hinek ji wan hişk kirin û di zivistanê de firotin. Zarokên min qet nehatin mexdûr kirin. Min hemû kar kir û hemû zarokên xwe mezin kirin."
 
'Em nizanin çi bi serê cenazeyê birayê min hatiye'
 
Degbêj Meryem, diyar kir ku sedemek din a ku wê xwe wekî "dertbêj" li şûna "dengbêj" pênase kiriye ew bû ku dewletê zext û tundî li diya wê kiriye û got, "Diya min dema ku ji bo sersaxiyê hat şîna hevjînê min re hate girtin. Ev girtina wê ya duyemîn bû. Pêşî, wan îşkence li diya min kir. Cixare li ser laşê wê pêxistin, kîsikên plastîk helandin û li ser wê rijandin û avêtin çopê. Ji diya min re gotin 'te keça xwe Sultan şand nav PKK'ê'. Diya min nekarî bersiv bide ji ber ku wê zimanê wan, Tirkî, nizanibû. Ji ber vê sedemê, wan bi her awayî îşkence li diya min kir. Dema ku diya min cara duyemîn hate girtin, her tişt ji bo min dijwartir bû. Zarokên min biçûk bûn, diya min li bajarekî din bû û ez diçûm serdana wê. Piştî van hemû bûyeran, em derbarê Sultanê de tiştekî hîn nebûn. Dewletê ji diya min re got 'Me Sultan li Dêrsimê kuşt'. Em nekarîn cenazeyê wê jî bistînin û em niha jî nizanin ka çi bi serê cenazeyê wê de hatiye. Xwezî me bikariba cenazeyê wê bistanda û me bizaniba gora wê li ku ye û li ser mezelê wê dua bikira."
 
'Saziya me girtî bû lê dengê me bi me re bû'
 
Dengbêj Meryem, ku diyar kir ku wê fêm kiriye ku yek ji biraziyên wê xwedî giyanek dengbêjiyê ye, got, "Min tiştê ku ez dizanim ji wî re vegot. Niha ew pir serkeftî ye. Ew stranên xwe di dawetan de dibêje. Min jî dixwest wisa bim, lê zincîrên neşikestî li pêşiya min hebûn. Lê min ew zincîr bi qasî ku ji destê min dihat şikandin û di mala dengbêjan de berdewam kir. Paşê, ew hate girtin, lê li wir tiştek tunebû, tenê alav hebûn. Wan dixwest bi girtina saziya me çanda me rawestînin. Lê dengê me bi me re bû."
 
'Ez dengbêj, dayik, bav û siyasetmedar bûm'
 
Dengbêj Meryem got, "Min li vê dinyayê gelek tişt kirine, min hemû karên ku hem jin û hem jî mêr dikin kirine. Dengbêjî, dayiktî, bavîtî, siyaset… Tiştê ku min dixwest bikim lê min nedikarî bikim ev bû ku ez li sazê xim û wesayitê biajom. Ez bêyî ku van tiştan fêr bibim namirim."
 
'Ez çawa dikarim bibêjim ku edalet heye?'
 
Dengbêj Meryem, diyar kir ku piştî hemû êş, zehmetî û zilmê ku kişandiye, baweriya wê bi edaletê nayê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Gelo tiştê ku diqewime edalet e? Ez çawa dikarim bibêjim ku edalet heye? Heta ku ez bijîm, ez ê êşa ku me Kurdan kişandiye qet ji bîr nekim. Ciwanên ku li jêrzemînên Cîzîrê hatin kuştin... Li cîhanê tu kesî bi qasî gelê Kurd êş nekişandiye. Heta ku ez bimrim ez ê hin êşan ji bîr nekim."