
Navbera rêveberiya QSD û Şamê de hevdîtin
- 19:48 12 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di civîna navbera Fermandariya Giştî ya QSD’ê û nûnerên desthilata Şamê de li ser pêwîstiya rawestandina tevahî şer û pevçûnên li Sûriyeyê, vegera koçberan li warên xwe û Bendava Tişrînê dûrî êrişên leşkerî be hate nîqaşkirin. Her wiha navên nûnerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo diyaloga bi desthilata Şamê re hatin aşkerakirin.
Di çarçoveya pêkanîna xalên peymana 10’ê Adarê de, îro li bajarê Hesekê civîna duyemîn di navbera Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û nûnerên desthilata Şamê de hat lidarxistin.
Di civînê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Rohilata Efrînê, serokê komîteya ji hêla desthilata Şamê ve ji bo temamkirina peymanê hatiye erkdarkirin Hisên El Selame û endamê komîteyê Mihemed Qenatirî amade bûn.
Di civînê de asta pêşdeçûna xalên peymanê, pêwîstiya rawestandina şer û pevçûnên li Sûriyeyê, Bendava Tişrînê dûrî êrişên leşkerî be hatin nîqaşkirin. Her wiha der barê avakirina komîteyekê ji bo vegera koçberên ji tevahî herêmên Sûriyeyê de nîqaş hatin kirin.
Her wiha di civînê de navên endamên komîteya ku wê nûnertiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di diyaloga bi desthilata Şamê re bikin hatin aşkerakirin. Navên nûnerên ev in: Foza Yûsif, Ebid Hamid El Mihbaş, Ehmed Yûsif, Senherîb Bersûm, Sozdar Hacî. Meryem Îbrahîm û Yasir Silêman wê berdevkên fermî yên komîteyê bin.
Ev civîn di çarçoveya pêkanîna xalên peymana QSD’ê û desthilata Şamê ya 10’ê Adarê de pêk hat. Civîna yekemîn a pêkanîna xalên peymanê di 19’ê Adarê de hatibû lidarxistin.