Çalakiyên 8'ê Adarê: Li qada Şêxsaît kom bibin

  • 14:26 27 Sibat 2025
  • Rojane
 
    
AMED - Di çalakiyên di çarçoveya 8'ê Adarê de li Yenîşehîr û Bismilê hatin lidarxistin, jin vexwendî Qada Şêx Seîd hatin kirin ku banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê li ser ekranên LED lê bê temaşekirin. 
 
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Yenîşehîrê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Kolana Sanatê çalakiyek li dar xist. Li qada ku çalakî lê hat lidarxistin pankarta bi nivîsa "Em li dijî kuştina jinan serî radikin, em ji bo azadiyê dimeşin" hate daliqandin. Di çalakiya ku Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag û gelek jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn, wêneyên jinên Kurd û cîhanê yên pêşeng hatin pêşandan. 
 
Hevşaredar Safiye Akdag di çalakiyê de axaftinek kurt kir û diyar kir ku jin bi salane ji aliyê zîhniyeta mêr ve tên qetilkirin. Safiye Akdag, anî ziman  ku pirsgirêkên jinan ji şerê li welêt tê meşandin derdikevin û destnîşan kir ku ev şer bandorê li her tiştî dike. Safiye Akdag, anî ziman ku wan ji bo jiyana azad û aştiyeke bi rûmet gaveke nû avêtine û got, "Ji bo jin neyên qetilkirin divê civak azad bibe. Yên li vî welatî dijîn jî divê bi heman rengî bijîn. Çareya me ev e."
 
'Çavê me li daxuyaniyê ye'
 
Piştre Dayika Aştiyê Raîfe Ozbek axivî û bal kişand ser pirsgirêkên jinan û got, "Ji niha û pê ve em azadiya jinê dixwazin. Em dixwazin aştî were vî welatî. Êdî bila kes neyê kuştin û neyê girtin." Raîfe Ozbek, diyar kir ku îro rojeke dîrokî ye û got, "Hêvîdar im ku ji Îmraliyê mizgîniyek bê. Bi hêviya ku Serokatî tiştên xweş bêje, derkeve ser ekranê, her kes wî bibîne. Bila çavên her kesî ronî bibe. Bi axaftina Serokomar re aştî, aramî û azadî were vî welatî."
 
Bismil  
 
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Parka Meydana Bajêr "Civîna Kedê ya Jinan" li dar xist. Hevşaredara navçeyê Halîse Deyar Erkek, Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn, endamên Meclîsa Şaredariyê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. 
 
Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn diyar kir ku weke Şaredariya Bismilê armanca wan ew e ku ji aliyê aborî ve destekê bidin jinan û bi taybetî ji jinên ku li malê hilberînê dikin qadên ji bo firotina berhemên ku hildiberînin vekin.
 
Piştî çalakiyê jinên karkerên tekstîlê hatin ziyaretkirin.