
Nobeta li Bendava Tişrînê bi biryardarî didome
- 14:23 27 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê di roja 51'ê de bi coş didome.
Ji 8’ê Çileyê gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, li bendava Tişrînê nobetê digirin.
Çalakiya nobetê di roja xwe ya 51 bi koma ji kantona Firatê dewam dike.
Nobedarên bendavê ku bi coş û moraleke nobetê digirin, li ber stranên şoreşgerî govendê digerînin.
Nobeta li Bendava Tişrînê dê heya rawestandina êrişan dewam bike.