Gelê Wanê vexwendin banga dîrokî
- 14:08 27 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Nûnerên partiyên siyasî ji bo peyama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, gelê Wanê vexwendin Qada Bajêr.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro saet di 17.00'an de piştî hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Girava Îmraliyê dê li Stenbolê daxuyaniyekê bide. Ji bo anonsa dîrokî wê li Amed û Wanê ekranên LED bên danîn û anonsa zindî bê dayîn.
Nûnerên partiyên siyasî ji bo peyama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, gelê Wanê ji bo saet 16.00'an vexwendin Qada Bajêr.