
Rojnamegerên hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
- 12:32 28 Çile 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên ji aliyê Tirkiyeyê ve bi SÎHA'yê hatibûn qetilkirin, di roja 40'emîn a qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin, di roja 40’emîn a qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Di bibîranîna ku gelek rojnameger lê amade bûn de, kulîlk li ser gorên rojnamegeran hatin hiştin. Rojnamegerên di bibîranînê de axivîn diyar kirin ku ew ê mîrateya hevalên xwe yên hatin qetilkirin biparêzin û têkoşîna xwe bidomînin.