
Şaredariya Peyasê li 3500 malbatan Kartên Alîkariyê belav kir
- 11:02 28 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê, ji bo 3500 malbatên kêmdahat kartên alîkariyê ya zexîre û xurekan belav kir.
Şaredariya Peyasê piştî ku ji bo 500 xwendekarên zanîngeh qezenc kirin û perwerdehiya xwe berdewam kirin, 15 hezar lîre alîkariya perwerdehiyê kiribû vê carê jî ji bo 3500 malbatên kêmdahat kartên alîkariyê ya xurek û zexîreyê belav kir.
Ji her malbatê re bi tevahî 30.000 Lîre
Gerînendiya Çand û Karên Civakî zêdeyî 9 hezar serlêdan nirxand û jê 3 hezar û 500 malbatên ku mafê alîkariyê heq dikirin, tespît kir. Şaredarî dê 12 mehan, her mehê 2500 TL razîne kartên ku dane malbatan. Xwediyên kartan jî dê bikaribin li marketan xurek û zexîreyê werbigirin.