
Şêniyên Kobanê gihiştin Bendava Tişrînê
- 15:58 25 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Karwanê şêniyên Kobanê ji bo parastina bendava Tişrînê gihişte bendavê.
Îro danê sibê bi sedan şêniyên bajarê Kobanê yê kantona Firatê, ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê, da ku tevlî çalakiya nobedariya parastina bendavê bibin.
Karwanê şêniyan niha gihiştiye bendavê û ji aliyê şêniyên Tebqa, Reqa û Dêrezorê ve hatin pêşwazîkirin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 8’ê Çileyê ve ji bo parastina bendava Tişrînê ji êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê, bi dorê nobedariyê dikin.
Ev cara sêyeme ku şêniyên Kobanê tevlî nobedariya bendava Tişrînê dibin.