Li Reqayê jinan mîsogerkirina mafên xwe nîqaş dikin

  • 15:31 25 Çile 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Reqayê bi beşdariya zêdetirê 300 jinan panelek li ser mîsogerkirina mafê jinan a di nîvisandina destûra nû de hat lidarxistin. 
 
Li Reqayê bi beşdariya zêdetirî 300 jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Jinan a PYD'ê, endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û kesayetên hiqûqî û yên serbixwe, panelek tê lidarxistin. Her wiha gelek kes dê online beşdar bibin. Panel li Hola Mişwar a li bajarê Reqayê bi navê "Mîsogerkirina mafên jinan mîsogeriya Sûriyeya Demokratîk e" hatiye organîzekirin.
 
Panel ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve tê lidarxistin. Di panelê de endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa axivî. Xûd El Îsa piştî bixêrhatina beşdaran kir, endama kombûnê Kerem El Hemed a ku di êrişa dewleta Tirk de li Bendava Tişrînê jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anî. Xûd heya serkeftinê soza şopandina rêya şehîdan da.
 
Cîgira seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sewsen El Xelef axivî.
 
Sewsen êEl Xelef  bal kişand ser fedakariyên ku pakrewanan dane û rola pêşeng a jinan di şoreşê de û got: "Jinan bi salan ji ber zilmê êş kişandin. Êş û zehmetiyên li hemberî jinan di dema serweriya çeteyên DAIŞ'ê de zêdetir bûn. Lê bi avabûna Rêveberiya Xweser re rola jinan di jiyana siyasî û civakî de hat pêşxistin û temsîla jinan di saziyan de ji sedî 50 e. Ev yek jî pêşketina ber bi çav a nîşan dide. Rêveberiya Xweser hewl dide Sûriyeke demokratîk a pirrengî ava bike ku mafên jinan tê de mîsoger bike. "
 
Sewsen El Xelef anî ziman ku ew bi hêvî ne ku encam û biryarên girîng ji panelê derkevin û diyar kir ku dê têkoşîna mîsogerkirina mafên jinan  di destûra nû de bidomînin.
 
Berdevka YPJ'ê Tolfîn Şarda jî axivî û bal kişand  girîngiya tevkariyê ya ji bo mîsogerkirina mafên jinan. Tolfînê bang li jinên sûriyeyî kir ku çalakiyan dewam bikin da ku mafên xwe di Sûriyeya nû de mîsoger bikin.
 
Tolfîn Şarda bang li jinan kir ku piştgiriya YPJ'ê bikin û got, YPJ'ê ji bo mîsogerkirina azadî û mafên jinan canê xwe feda dikin. Tolfînê şoreşa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û diyar kir ku ev şoreş li cîhanê bûye mînak.
 
Piştî axaftinan dê sînevîzyonek li ser têkoşîna pakrewan Kerem El Hemed were pêşandan.
 
Piştre dê nêrîn û pêşniyarên beşdaran werin guhdarkirin û berhemek ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve were pêşkêşkirin. Panel dê bi xwendina encamnameyekê bi dawî bibe.