
ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2025'AN
- 09:00 25 Çile 2025
- Rojev
* Li Ben û Senê di çarçoveya ‘Projeya ji adetê ye em hildiberînin’ atolye hat destpêkirin û bi vê re gelek jinî di atolyeyê de cihê xwe girtin. Jinên li vir pedên hîjyenîk yên jinan amade dikin, diyar kirin ku proje hem di alî tenduristiya jinan hem jî di alî aborî de gelek baş e. DÎMEN HEYE
* Zeyît Şenel ku wek qeyûm tayînê şaredariya Akdenîzê bû, ji roja hatiye îmze avêt binê gelek dijhiqûqiyan û piştî meclîsa şaredariyê hat feshkirin niha jî xebatkarên şaredariyê di bin zoarê de derdixe desturê. DÎMEN HEYE
* Endama Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî Eyşe Efendî der barê azadbûna Kobanê de nirxandin kir û da zanîn ku gel bi rihê berxwedana Kobanê ya sala 2014’an de derketiye qadê, li Tişrînê têdikoşin û got:” Piştgiriya me gel e. YPG, QSD ye, hêzên parastinê ne. DÎMEN HEYE
* Li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê binpêkirinên mafan roj bi roj giran dibin. Heta pêlava û nav porên girtiyan tên lêgerînkirin û yek tîp tê ferzkirin. Sînem Guzel ya keça wê girity e û hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr, diyar kirin ku divê civak li dijî zextan dengê xwe bilind bikin. DÎMEN HEYE
* Siyasetmedara Kurd û aktîvîsta TJA’yê Gulser Yildirim der barê 7 xalên ku di hevdîtina bi Îmraliyê re hat diyarkirin de axivî û got: “Divê destê aştiyê yê Birêz Ocalan dirêj kiriye bê xurktirin. Lê divê gotin û tevger yek bin. Şer û êrîş hêviya gel dihejîne. Tevî hemû êrîşan em ê têkoşîna ji bo aştiyê bidomînin.” DÎMEN HEYE
* Bendava Tişrînê ya ku ji ber cihê xwe li ser Çemê Firatê xwedî roleke girîng e, di roja me ya îro de li hember êrîşan dîrokek nû dinivîsîne.