
‘Tu fêdeya wan ji bo mirovahiyê tune ye’
- 09:04 22 Çile 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
HATAY - Seroka Komeleya Parastina Hawirdorê ya Antakyayê Nîlgun Karasu da zanîn ku piştî erdhejê xebatên şaş yên hatine kirin zirar dane hemû zindiyan û li bajar tu biryareke ku fêdeyê dide mirovan tune ye. Nîlgun Karasu got divê xebatên tên kirin mirovan esas bigirin.
Di ser erdheja ku di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş bû pêk hat re du sal derbas bûn lê hîna pirsgirêkên welatiyan teze ne. Li bajar nû nû hilweşîn tên kirin û kavil tên paqijkirin. Lê xebatên şaş tên meşandin. Ji ber vê jî pirsgisrêkên mezin rû didin.
Seroka Komeleya Parastina Hawirdorê ya Antakyayê Nîlgun Karasu der barê mijarê de nirxandin kir.
‘Mexdûrên erdhejê hîna pirsgirêkên mezin dijîn’
Nîlgun Karasu got tevî du sal derbas bûye hîna pisgirêkên mezin tên jiyîn hem di konteyniran de hem derveyê konteyniran pirsgirêk hene. Nîlgun Karasu wiha got: “Piştî erdhejê ewil kon û konteynir piştre jî divê mirov bên bicihkirin. Li malan bicih bibin. Di konteyniran de jiyan sê meh e. Piştî vê divê bi cih bin. Lê du sale temam nebûye. Mirov di konde dijîn. Di konteyniran de dijîn. Malbatên li wir pirsgirêkên cidî dijîn. Pirsgirêkên psîkolojîk hene. Di qadeke 21 metrekareyî de malbatên 5-6-7 nifûsî dijîn. Piştî sê mehan divê mirov li xaniyan bihata cih kirin lê hîna çêkirina TOKÎ’yan didome. Divê demildest bi dawî bin. Qadên zeytunan hatin tunekirin. Li wan qadan TOKÎ hatin destpêkirin. Ev biryarek şaşe. Bajar niha wek ereziye. Evqas cih heye lê qadên zeytunan hatin tunekirin.”
‘Qadeke ku demê lê derbas bikin tune ye’
Nîlgun Karasu got yên di konteyniran de herî zêde pirsgirêka dijîn jinin û got: “Yên herî zêde pirsgirêkan dijîn jinin. Qada xebata mêran çi dibe bila bibe sibehê diçin êvarê tên. Jin di qadên 21 metre kareyî de qada jiyanê ava dikin. Xwendekar hene. Jin li van qadên biçûk bi zarokên xwe re dijîn. Xwendekar nikarin dersê bixebitin.”
‘Der barê fêdeya mirovan de tu biryar tuneye’
Nîlgun Karasu di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Xebatên hilweşînê li dijî rêziknameyê ne û bi xeter in. Heta niha divê ji sedî 80 mirov li xaniyan bihata cihkirin. Lê rayedar li dijî rêziknameyan tevgeriyan. Biryarên şaş girtin. Niha li bajar tu biryareke li gorî fêdeya mirovan tuneye. Di meha sêyem a erhejê de dets bi hilweşînan kirin. Bi hilweşînan re pisgisrêkên aspes û kavilan destpê kirin. Tu tedbîr nehatin girtin. Me peywirdar vexwendiyê peywirê kir. me daxuyanî dan. Me der barê xebatên şaş de agahdarî kir.Dema avahî tên hilweşandin divê ewil dora wan bê girtin. Divê av bê bikaranîn û toz bê kêmkirin. Dema kavil tên barkirin divê serê kamyonan bê girtin. Ev yek nehatin kirin. Hilweşînên şaş û bê kontrol zirarê didin mirovan û hemû zindiyan.”
‘Dikare xebatên ji bo fêdeya mirovan bên kirin'
Nîlgun Karasu di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku roj bi roj pisgirêkên mezin tên rojevê û divê ev pirsgirêk dakevin asta herî jêr û got: “Ji roja ewil de me got. Me bi dehan carî daxauyanî dan. Cîhanê dengê me bihist. Lê welatê me dengê me nebihist. Divê baxçeyên TOKÎ’yan hebe. Divê parq bên çêkirin. Divê xebatên ji bo fêdeya mirovan bên meşandin. Dikarin qadên kesk bên zêdekirin.”