‘Êrîşên Tirkiyeyê li hember Elewiyan dimeşand HTŞ didomîne’

  • 09:07 6 Çile 2025
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Endama DÎK’ê Sara Asmîn der barê qetilkirin û êrîşên HTŞ’ê yên li hember Elewiyan axivî û bang li rayagiştî kir. Sara Asmîn da zanîn êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Elewiyan dimeşand HTŞ didomîne.
 
Li Sûriyeyê piştî ketina rejîma Baas'ê Heyet Tahrir-El Şam (HTŞ), rêveberî xist bin kontrola xwe û li welat pêşketin diguherin. Tirkiye û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) ya girêdayê wê ji 27’ê mijdarê de êrîşên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li aliyê din çete, HTŞ û SMO li Şamê ji bilî Ereban îşkenceyê li civakên baweriyên cuda dikin. Bi taybet li Laskiye, Hama, Humus û Tartusê Elewî tên qetilkirin. Li Tartus, Jableh û Lazkiye li dijî HTŞ’ê çalakî hatibûn kirin. Li gorî ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA, polîs ji saetên êvarê 18.00’an heta sibehê 08.00’an qedexeya derketina derve îlan kiriye û li bajarê BAnîas û Humusê  çalakiyên protestoyî pêk hatine. Di çalakiyên Humusê de jinek Elewî hatibû qetilkirin.
 
Endama Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Sara Asmîn, der barê êrîşan de ji ajasa me re axivî.
 
‘Divê Mislimanên xwedî hişmend vê red bikin’
 
Sara Asmîn da zanîn ku ew kesên ji bo aştî û azadiyê berxwe didin silav dike û got: “Em ligel gelê ku têdikoşin û piştgiriyê didin têkoşîna wan. HTŞ û rêxistinên wek vê dij îslamî ne. HTŞ di bin navê Îslamî de mirovan ceza dikin û dibêjin ev di bin hukmê Xwedê de ye. Kî dikare kê ceza bike? Xwedê cezakirinê ji qûlan re nahêle. Ji ber vê divê Mislimanên xwedî hişmend vê red bikin.” 
 
‘Ne tiştekî nû ye’
 
Sara Asmîn daxuyakirin ku piştî mirina pêxember yên xwe wek misliman binavkirin Îslam ji derveyê normên wê meşandin û got: “Van rêxistinan yekparêzî û desthilatdariya xwe ferz kirin. Yên qebûl nekirin jî bi cezayên giran ceza kirin, ji warên wan, jiyana wan azadiya wa kirin. Ev ne tiştekî nû ye. Dema Osmaniyan de jî dema Emeviyan de jî ev hatiye kirin.”
 
‘Ev ne komkujiya ewil a ku Elewî dijîn e’
 
Sara Asmîn ji bo êrîşên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan pêk tê jî daxuyakirin ku ev ne komujiyeke ku cara yekemîn e li Elewiyan tê kirinê ye û wiha dirêjî dayê: “Di dema êrîşên li ser Rojava de, dema ku gel ji bo bidestxistina axê komkujî dikirin, gundên ku dewleta Tirk ji bo bicihkirina çeteyên cîhadîst ên ku piştgirî dida wan, di nûçeyan de cih digirt. Heman plan jî ev e, bi sirgûnkirina gelê xwe hewl didin dagirkeriya xwe pêk bînin. Di vê rewşê de mixabin dîtina dîmenên xwînrijandinê ji bo me neçar e.”
 
‘Êrîşên li hember Elewiyan HTŞ didomîne’
 
Sara Asmîn da zanîn êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Elewiyan dimeşand HTŞ didomîne û di vê mijarê de HTŞ ûTirkiye di gelek mijaran de dişibin hev. Sara Asmîn wiha dirêjî dayê: “Yên ne ji xwe qetil dikin. Tişta jê xwedî dibin jî wek hev e. Ligel xerakirina civaka Elewî dixwazin destkeftiyên Kurdan jî tune bikin. Ev bi aşkera tê dîtin. Lê em dibînin ku li Rojava hemû reng xwedî raye û gotin in. Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan temînata aştî û aramiyê ye. Divê em vê bi rastîn bînin ziman.”
 
‘Divê bertek mezin bibin’
 
Sara Asmîn dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Elewiyên li Ewropayê li dijî êrîşan bertekên mezin nîşan didin lê ev têr nake û got: “Divê bertek hîn bêtir xurt bin. Divê qetilkirina sivîlan neyê normalkirin. Hemû kesên dibêjin em mirov in divê li dijî vê bin û vê qebûl nekin.Ji ber vê divê Elewî dengê xwe hîn bêtir xurt derxin.”