Pirsgirêka ku netew dewletan afirandiye û çareseriya wê çiye?

  • 09:05 6 Çile 2025
  • Rojane

  

 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê pirsgirêkên ku netew dewletan li Rojhilata Navîn afirandine de û perspektîfa çareseriyê ya daniye holê rojevîbûna xwe diparêze.
 
Projeya netew-dewleta ya modernîteya kapîtalîst bi sedsalan e  mirov bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû hiştiye. Li Rojhilata Navîn ji roja ku dewletên netewe ava bûne bûye çavkaniya şer, pevçûn û krîzê. Nîqaşên îro yên li ser projeya netew-dewletê ya ku nahêle mirov bi hev re bijîn jî radigihîne ku divê ev proje were çareserkirin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bal kişand ser pirsgirêkên dewletên netewe yên li Rojhilata Navîn tên afirandin û çareserî çi ye.
 
Pirsgirêka esas a Rojhilata Navîn: Kurgûya netew dewletê
 
Abdullah Ocalan diyar dike di bin pirsgirêkên Rojhilata Navîn de kûrgûyên netew-dewletan hene û pirsgirêka Kurd jî ji vir pêk tê. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Di yekemîn şerê cîhanê de nexşerêya siyasî ya Rojhilata Navîn ya hat kûrgukirin, ji bo pirsgirên ku sedsalan didomin derkevin holê hat xêz kirin. Ji bo Ewropayê Versailles çibe ji bo Rojhilata Navîn jî Sykes-Picot e. Nexşerêyên hatin xêzkirin, ji bo şerên navbera dewletên çêker de bang bû.”
 
Mantiqa netew dewletan çareserkirina pirsgirêkan nîne
 
Abdullah Ocalan ku got tenê kûrgukirina Israîlê di rewşa heyî de şerê sedsalî li pey xwe hiştiye û got: “Nayê zanîn ku hîna bibe sedema çend şerên mezin. Lubnana biçûk bi berdewamî di şer de ye. Sûriye her tim di bin qanûna leşkerî de ye û bi Îsraîlê re di şer de ye. Jixwe dewleta Iraqê di hemû avabûna xwe de wateya şerê navxweyî û derve dide. Îran xwedî helwesteke cuda ye. Mantiqê avakirina hemû netew-dewletên li Rojhilata Navîn, ne li ser çareserkirina pirsgirêkên heyî yên civakî, lê li ser mayîndekirina van netew-dewletan di nav rejîmên şerê navxweyî û derve yê mayînde de ye, bi zêdekirina pirsgirêkan re. Sedema bingehîn a vê yekê jî avakirina Îsraîl weke bingeha hêzên hegemonîk e. Heya ku em Îsraîl wekî navika hegemonîk fêhm nekin, em nikarin fam bikin ku hevsengî an bêhevsengiya netew-dewleta Rojhilata Navîn çawa tê avakirin û sazkirin. Belgeya herî eşkere ya vê biryarê pirsgirêka Kurd û parçebûna Kurdistanê ye.”
 
Peymanên Sykes-Picot û Sevrê
 
Abdullah Ocalan balkişand ser peymanên Sykes-Picot û Sevr û wiha dirêjî dayê: “Peymana Sykes-Pîcot hîmê Peymana Sevrê ye. Peymana Sevrê parçekirina Mezopotamya Jor û Anatolyê plan dike. Wek tê îdiakirin Sevr bi giştî ji holê ranebû. Bi aliyekî bê bandor hat hiştin. Peyman piranî pêk hat. Komara mînîmal ferzkirinên Sevrê qebûl kir. Musul-Kerkuk ji Îngîlîzan re hiştin encama Sevrê ye. Parçebûna girîng a duyemîn a dema moderna Kurdistanê, sedema esas a pirsgirêka Kurd e."
 
Pisgirêkên ku gîhiştine qirkirinan
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku divê sedema ku kurd bi Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê çawa hatine pelçiqandin baş bê dîtin û nirxandin û wiha anî ziman: “ Di vir de ne tenê armancek gelek armanc hene. Armanca yekem ew e ku nakokiyên kurdan bi gelên ereb, tirk û îranî re ku di dîrokê de bi hev re jiyaye û bi wan re xwedî statuyeke rewa ye, kûrtir bike, statûya heyî ji holê rake, bikeve nava wan, kaosê û da ku wan bi berdewamî bi hev re di şer de bihêle. Armanca duyemîn jî ew e ku axên mezin bidin netew-dewletên Ermenî, Asûrî û Cihû yên ku wan bi tasfiyekirina Kurdan ava kirine. Bi vî awayî ew ê bibin xwedî dewleteke netewe ya ku dê wek zengilek tampon û navbeynkar ku bi tevahî girêdayî wan be, bi ser bikevin û di heman demê de ew ê biserbikevin ku hemûyan û di wateyekê de bingeha Rojhilata Navîn jî girêdayî bihêlin. Kurdan bi cîranên xwe yên Misilman, Xiristiyan û Cihû re her tim di nav nakokî û pirsgirêkan de dihêlin. Bêguman hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst wê dem bi dem xwe weke milyaketên rizgarker nîşanî vê Kurdistana perçebûyî û Kurdên ku di nava pirsgirêkên heta qirkirinê de ne, nemînin. Dema em li geşedanên heta îro dinêrin, em dikarin bi rehetî diyar bikin ku tişta ku bi van peymanên 'aştiya ku aştiyê diqede' hatiye plankirin, di asteke mezin de hatiye bicihanîn."  
 
Her du alî jî bixwe ve girê da
 
Pêşengên Kurd bi ewil bi Osmaniyan dan pelçiqandin û piştre jî bi rêveberiya Iraqê dan pelçiqandin. Îngîlîstanê di vir de hêz bikar anî. Ereb û kurd her tim di pevçûnê de hiştin û her du alî jî bi xwe ve girêda. 
 
Hesabên hegemonîk ên li herêmê
 
Di hesabên hegemonîk ên herêmê ya Israîlê de rastiya Kurdistan û Kurd rolek girîng dilîze. Netewa kurd di hesabên hegemonîk yên Israîlê de rolek girîng lîstiye. Ew hêzên ku Îsraîl damezirandibûn di salên 1945’an de piştgirî dan avakirina PDK'ê û ji salên 1960'î ve bi rêya Tirkiyeyê piştgirî dan wan, bi hesabên wan ên stratejîk û hegemonîk ên li herêmê ve girêdayî ye. Avakirina Dewleta Federe ya Kurd ji aliyê Kurdên ku ji salên 1990’î û vir ve bi Gladio re li ser esasê tasfiyekirina PKK’ê ketine nava tevgerê, ji van hesabên hegemonîk ên stratejîk cuda nayê dîtin. Rastiya ku bi tevgereke yekgirtî li dijî PKK’ê derketin vê rastiyê pir baş rave dike. Yek ji armancên herî girîng ên kampanyaya Şerê Kendavê yê Duyem di salên 2000’î de, damezrandina herdemî ya bingeha netewe-dewleta Kurd li Iraqê bû. 
 
Hebûna hev naskirin
 
Armanca bernameyên civaka demokratîk tunekirina netew-dewletan û bi xwe dewletbûnê nîne. Ew ji netewe-dewletan hêvî dikin ku li ser bingeha mutabaqata destûrî rêzê li projeyên xwe yên civakî yên demokratîk bigirin. Aşkere ye ku Kurdistan û Kurd di salên 2000’î de li Rojhilata Navîn hem di hevsengiya netewe-dewlet û hem jî di nav civaka demokratîk de cihê xwe weke rastiyeke çalak û dînamîk girtiye. Tifaqa dij-kurd a bi Îran û Sûriyê re di bin serokatiya Komara Tirkiyê de zêde şansê serkeftinê nîne. Ji ber ku li dijî hesabên pergala kapîtalîst e. Bingeha xebata tifaqê ya di vî warî de di sîstema hevkarîya bê Kurd û Kurdistan de ye. Lê êdî ne pêkan e ku Îsraîl û bi taybetî DYA vê nêzîkatiyê qebûl bikin. Îhtimaleke mezin heye ku dewleta netewe ya Kurd ku beriya niha bi tifaqa bi Iraqê re hatiye avakirin, di demeke nêz de ji aliyê Îran, Sûriye û Tirkiyeyê ve were naskirin. Lê zehmetî ji ferzkirina tasfiyekirina PKK û KCK'ê ya li hemberî vê naskirinê derdikeve holê. Ev jî daxwazek vala ye. Ji niha û pê de jî wê hewl bidin li ser esasê lihevkirineke qanûnî qedera Kurdistanê û kurdan diyar bikin. Şer û xitimandinên kûr ên ku bi taybetî li Iraq, Afganîstan, Israîl-Filîstîn û heta li Tirkiyeyê pêk anîn, ji bo Kurdan dersên girîng di xwe de dihewîne. Kurd û Kurdistan wê ne Îsraîleke duyemîn û ne jî weke netewe-dewletên din bin.”