
ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'AN
- 09:00 6 Çile 2025
- Rojev
*Rojnameger Dîlan Dîlok bertek nîşanê qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên di êrişa SÎHA’yên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin da û got: “Êrişên li hember xebatkarên çapemeniya azad ên kurd sûcê şer û mirovahiyê ye. Daxwaza me ev e ku Tirkiye bê darizandin û hesab ji Tirkiyeyê bê pirsîn.” DÎMEN HEYE
*Fîdan Dogan ku birînên kûr ên surgunê afirand ev yek veguhert hêza têkoşînê, şopa berxwedanê bi çîroka jinan re anî gel hev. Bû îfadeya herî xurt a manîfestoya têkoşîna jinan.
*Endama Komîteya Piştevaniya Kudistanê Sarah Glynn peyamên Îmraliyê nirxand û got: “Tevlikirina parlementoyê ya pêvajoyê wê alîkariya muzakereyên serketî ya danûstandinan bike û wê nehêle ku hikûmet ji bo berjewendiyên xwe pêvajoyê xesp bike. Ev dê ji salên 2013-15'an cudahiyek girîng be.”
*Nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê pirsgirêkên ku netew dewletan li Rojhilata Navîn afirandine de û perspektîfa çareseriyê ya daniye holê rojevîbûna xwe diparêze.
*Di 4’emîn salvegera damezrandina ajansa jinan NÛJINHA’yê de jinên rojnameger diyar kirin ku ew ê dengê jinan li her derê belav bikin û gotin:” Li Rojhilata Navîn şerek tê meşandin, şerekî taybet û şerê ragihandinê jî tê meşandin. Loma me xwest em vê ajansê bi rengê jinan ava bikin. Her roj zehmetî derdikevin lê belê dengê jinan hîn zêdetir belav dibe.” DÎMEN HEYE
*Endama DÎK’ê Sara Asmîn der barê qetilkirin û êrîşên HTŞ’ê yên li hember Elewiyan axivî û bang li rayagiştî kir. Sara Asmîn da zanîn êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Elewiyan dimeşand HTŞ didomîne. DÎMEN HEYE
*Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo Îbtîşam Hisên diyar kir ku destkeftiyên jinan li tevahî Sûriyê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin xeteriyê de ne û got: “Ji bo yekitiya di navbera jinan de pêk were, dixebitin. Em bang li hemû jinên Sûriyeyê dikin. Em dixwazin Sûriyeyeke nû bi deng, soz û îradeya jinan ava bikin, lewma em bibin yek." BI DÎMEN