Rojnameger dê ji bo hevalên xwe yên hatin qetilkirin daxuyaniyê bidin

  • 10:54 20 Kanûn 2024
  • Rojane
AMED - DFG û MKG dê têkildarî rojnamegerên hatin qetilkirin li Kolana Sanatê daxuyaniyê bidin.
 
Komaleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, wê daxuyaniyekê bidin.
 
Ji bo daxuyaniya saet di 13.00’an de wê li ber avahiya DFG’ê bê dayîn wiha hat gotin: “Em vê êrîşa li hemberî hevrêyên xwe şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê li her qadê hesabê vê komkujiyê bipirsin. Em bang li hemû raya giştî dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin û li dijî komkujiyê dengê xwe bilind bikin.”