'Jin tên qetilkirin kujer kî ne?'

  • 09:06 20 Kanûn 2024
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Endama Komîsyona Çapemeniyê ya ‘Koma Kampanyaya Femînîstan a li dijî Cînayetên Jinan’ Sîmla Sunay’ diyar kir ku armanca wan ev e ku berê xwe bidin kujerên jinan û got: “Li gorî min divê êdî jin tiştên ku mêr dikin biaxivin. Jin çima tên qetilkirin, kujer kî ne? Kujer li mala me, li kargerî û kolanên me ne. Çalakiya yekem wê di 22’yê Kanûnê de li Qada Beşîktaşê be.” 
 
Zext û êrîşên li ser jinan roj bi roj zêde dibin. Jin li dijî van zextan têkoşîna xwe didomînin û dengê xwe bilind bikin. Yek ji van rêxistinan jî ‘Koma Kampanyaya Femînîstan a li dijî Cînayetên Jinan’ bû û di 13’ê Kanûnê de starda xwe da. Çarçoveya kampanyayê jin wê berê xwe bidin ser gumanbarên jinan ên tên parastin.
 
Endama komîsyona çapemeniyê ya koma kampanyayê Sîmla Sunay der barê kampanyayê de axivî.
 
‘Dema axaftina ku mêr çi dikin, hatiye’
 
Sîmla Sunay got sedema qetilkirinên jinan polîtîkaya desthilatdariyê ya li hember jinê ye û wiha vegot: “Polîtîkayek jinê ya hikûmetê tuneye. Der barê cînayetan de polîtîkayek wan tuneye. Ji ber vê têkoşîna jinan didome. Li dadgehan jiyana, jina ku tê qetilkirin dikin hincet. Tundiya mêr tune tê hesibandin. Cînayeta jinan encam e. Tundiya mêr encama pêvajoyê ye. Ev nayê dîtin. Jinên biryara dûrxistinê digirin jî tên qetilkirin. Ji ber vê jî mekanîzmayên dewletê berpirs in. Berpirs nayên darizandin. Divê em li dijî vê qada têkoşîna xwe berfireh bikin.”
 
‘Jin tên qetilkirin gumanbar kî ne ?’
 
Sîmla Sunay der barê armanca kampanyayê de axivî û wiha dirêjî dayê: “Di 13’ê Kanûnê de me bi daliqandina afîşan destpê kir. Femînîstên Stenbolê di vê kampanyayê de hatin gel hev. Yên di vê kampanyayê de cih digirin femînîstên ku dozên jinan dişopînin bûn. Kampanya Kolektîfa Femînîst a Stenbolê, li dijî cînayetên jinan kampanya serhildanê bû. Kampanya ‘jin xwedî li jiyanên xwe derdikevin’ hebû. Wan jî di 28’ê Îlonê de bang kirin. Civîn kirin, nîqaş meşandin û veguherî kampanyayê. Di vê kampanyayê de balê dikşînin ser gumanbarên mêr. Sernavê kampanyayê ‘jin tên qetilkirin kî kujer e?’ bû. Li gorî min divê êdî jin tiştên ku mêr dikin, biaxivin. Jin çima tên qetilkirin, kujer kî ne? Kujer li mala me, li kargerî û kolanên me ne. Çalakiya yekem wê di 22’yê Kanûnê de li Qada Beşîktaşê be.”
 
 
 

Etîketan:

jinnews