Jiyanek bi têkoşînê derbas bûye: Dayika Aştiyê Emîne Koç
- 09:03 19 Kanûn 2024
- Rojane
Neslîhan Kardaş
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Emîne Koç a li ser sînorê Qamişloyê di çalakiya nobetê de cih digire wiha got: “Ez beriya her kesî li vir im Heta dawiya jiyana xwe em ê têbikoşin. Çi ji destê me bê em ê bikin.”
Çalakiya nobetê ya li dijî êrîşên Tirkiye û komên girêdayê wê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 13’ê Kanûnê de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li sînorê Qamişlo hat destpêkirin Didome. Ji her bajarî piştgirî ji bo çalakiyê didome û herî zêde jî jin piştgiriyê didin. Yek ji van çalakvanan dayika Aştiyê Emîne Koç e. Emîne Koç her sibeh ji gundê Menderê yê Nisêbînê tê tevli çalakiyê dibe.
Emîne Koç a 65 salî bi laçika xwe ya spsî û rûkeniya xwe bala her kesî dikşîne. Şekirê ji mala xwe dike bêrika xwe li rojnameger, dayikan û kesên wir belav dike.
Emîne Koç der barê sedema ku tevli çalakiyê dibe û jiyana xwe de ji ajansa me re axivî.
‘Beriya her kesî ez li virim’
Emîne Koç diyar kir ku bi salane di têkoşînê de ye û wiha anî ziman: “ Di her Newrozê de ez amade me. Ez niha jî her sibeh têm vir. Dema têm hîna kes tune ye. Ne polîs ne kesek din. Ez ji gund têm vir. Ez du saetan li vir dimînim. Gundê me 10 km dure. Ji gund radibim têm heta kolanê erebe derbas bibin ez disekinînim û têm. Îro jî yekî nas heta navçeyê ez anîm. Ez çûm mala xizmek xwe runiştim. Ez sewalên xwe dihêlim têm. Heta êvarê li vîr dimînim.”
‘Em ê ji bo aştiyê têbikşin’
Emîne Koç wiha got: “Têkoşîna min ji bo aştiyê ye. Em aştiyê dixwazin. Em şer naxwazin. Çi ji Rojava dixwazin?Em hemû xwişk û biran e. Em yek in. Heta ji destê me bê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Gelek nexweşiyên min hene. Lê tevî vê ez li vir im. Ez dermanan bi kar tînim. Carnan dermanên xwe nagirim cem xwe, ji bîr dikim.”
‘Dibêjin hûn terorîstin’
Emîne Koç bi lêv kir ku dayika 9 zarokan e û wiha domand: “Kurekî min şehîd ket. Yek gerîla ye, yek girtî ye, yek li derveyê welat e. Niha tenê kurekî min li vir e. Ew jî mamoste bû lê ji kar avêtin. Ji me re dibêjin hûn terorîstin. Ez û hevjînê xwe tenê dijîn. Piştî taştê ez ji malê derdikevim û têm vir. Karê min ev e. Em aştiyê dixwazin. Bila deriyên girtîgehan vebibin. Bila şerê Rojava bidawî be. Bila kes netirse. Ez bang li hemû kesî dikim bila tevli vê çalakiyê bibin.”