Li Sêwasê jinek hat qetilkirin
- 17:36 15 Kanûn 2024
- Rojane
SÊWAS- Huseyîn Kurt, dayika xwe Şehrîban Kurt û birayê xwe Hasan Kurt bi çekê qetil kir.
Li Sêwasê mêrê bi navê Huseyîn Kurt, dayika xwe Şehrîban Kurt û çêwikê xwe Hasan Kurt bi çekê qetil kir. Xizmên wan ku agahî ji malbatê negirtin agahî dan polîsan.
Ekîbên polîs û tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê, tespîtkirin ku Şehrîban Kurd bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û gumanbar hat binçavkirin. Her du cenaze ji bo otopsiyê rakirin morgê.